Biryar ji aliyê Liqa 28´an a Dadgeha Înqilabê bi serokatiya Qazî Meqîse bo Kerîmî hatiye diyarkirin. Kerîmî bi "propagandaya li dijî Komara Îslamî ya Îranê" û "Rêznegirtina ji pîroziyan re" hatiye tawanbarkirin.

Kerîmî ku xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye sala 2013’ê jî ji ber fîlmê "Nivîsandina ser bajêr" hatibû binçavkirin û piştre bi danîna rehîneyê hatibû berdan.

Belgefîlma "Nivîsandina ser bajêr" berhema dawî ya wî derhênerê Kurd e, ku dîroka dîwar nivîsîn û Grafittî ya siyasî û civakî piştî şoreşa gelên Îranê nîşan dide.

Herwiha belgefîlma wî ya bi navê "sînorê Şikestî" ku behsa jiyan û zehmetiyên karê kolberên Kurd vedibêje, heya niha di 11 festîvalên navnetewî de xelat bidest xistine. Ev fîlm hê li Îranê nehatiye weşandin.