Li bajarê Şabad yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê hêzên rejîma Îranê avêtin ser mala aktivîsta ziman û wêjeya Kurdî Anîsa Cehferî Mêhr û binçavkirin. Her wiha dest danîn ser kel û pelên taybet yên aktivîsta jin jî. Hêzên rejîmê bi hinceta Anîsa li ‘dijî asayîşa netewî’ kar kiriye, binçav kirine.

Anîsa Cehferî xwendekara zimannasî ya masterê ye, ji bo temamkirina masterê, bi zimanê Kurdî taybet jî zaravayê Kelhurî lêkolîn dikir. Anîsa aktivîsa ziman û wêjeya Kurdiye. Her wiha niha endama Desteya Nivîskarên Govara ‘J’ye. Govara J govarek wêjeyî ye û li Ewrupa û Rojhilatê Kurdistanê derdikeve.

 

NAVENDA NÛÇEYAN