Îran her sal havînan ji bo sê mehan ava Çemê Elwen qut dike û Xaneqîn bê av dimîne. Rêveberê Bendava Elwen endezyar Ehmed Wesîn diyar kir ku ji bo çareserkirina bê aviyê ya havînê divê bendaveke din li Xaneqîn bê çêkirin. Çemê Elwen çavkaniya xwe ji Îranê digire û di nava navçeya Xaneqîn a parêzgeha Diyala re diherike û serçaveya serekî ya ava Xaneqîn e. Her sal Îran havînê ji bo sê mehan ava Çemê Elwen qut dike.
Der barê mijarê de rêveberê Bendava Elwen endezyar Ehmed Wesîn axivî û got; “Elwen serçaveya xwe ji bajarokê Serpêl ê Rojhilatê Kurdistanê digire. Îran ava wê ji bo çandiniyê bi kar tîne. Belê, niha ava Çemê Elwen ji sedê 90 kêm bûye. Ev rêjeya ava tê jî dibe ew ava qirêj a ji ber gundên li ser vî çemî. Ji ber nebûna ava Çemê Elwen rêjeya ava şor a çem jî zêde dibe. Ev jî bandoreke neyînî li ser çandiniyê dike. Ji ber ku weke pêwîst av nagihe cotyaran. Ji bo wê em ji hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz dikin ku bendaveke din li ser Çemê Elwen çêkin.
EMÎR XANEQÎNÎ/ROJNEWS/XANEQÎN