Wezîrê Karê Derve yê Îranê Muhemmed Cevad Zarîf, bersiv da gefên Serokê DYE’yê Donald Trump.

Serokê DYE’yê Donald Trump roja Yekşemê li ser hesabê xwe yê twîtterê gotibû ‘Heger Îran bixwaze şer bike, wê ev bibe sedema têkçûna wê.”

Wezîrê Karê Derve yê Îranê jî bi rêya hesabê xwe yê twîtterê bersiv da daxuyaniya Trump û got; “Henekpêkirinên qirrker wê nikaribin Îranê têk bibin.”

Fermandarê Mûhafizên Şoreşê, Huseyîn Selamî jî diyar kir ku Îran şer naxwaze lê ji şer jî natirse. Li gorî Tehranê DYE nikare li kendavê şerekî bide destpêkirin.

DYE di sê salên dawî de zextên xwe yên li ser Îranê zêde dike. DYE herî dawî ambargoya ekonomîk li ser Îranê dabû destpêkirin.

 

TEHRAN