Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku Îran ciwanên Kurd ên ji bo tevgera Kurd xwedî sempatî ne, bi awayekî hovane di îşkenceyê re derbas dike û bê daraz wan qetil dike. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku mînaka herî dawî ya vê yekê qetilkirina endamekî Komalên Ciwan ê bi navê Dêrsim Saqiz e, ku wesayîta ew tê de bû ji aliyê leşkerên Îranê ve hatiye gulereşandin. Di daxuyaniyê de li ser cih û dema bûyerê detay nehat dayîn. Di daxuyaniyê de ji bo Dêrsim Saqiz wiha hat gotin: Çawa ku Şehît Simko, Îhsan Fetahyan û Bahoz ji bo jiyaneke azad û bi rûmet li dijî mirinê rawestiyan, rêhevalê Dêrsim jî di têkoşîn û jiyana xwe ya mîna ya wan de, bi awayekî dilnizm û azad jiya û bû xwedî têkoşîneke lehengî.”
Du kasipkar hatin kuştin
Li aliyê din li Rojhilatê Kurdistanê bi hinceta ku kasibkariyê dikin, rejima Îranê 2 kurdên din jî kuştin. Leşkerên rejima Îranê li ser sinor weke “tîmên kuştinê” tevger dikin. 25’ê Sibatê Arif Pîrotî yê gundê Xanegê ser bi Urmiyeyê ve ji aliyê leşkerên Îranê ve hate qetilkirin. Hate hînbûn ku, êriş li Geliyê Berdereş rûdaye. Di 22’ê Sibatê de ciwanê 26 salî yê binavê Wehab Huseynî yê ji gundê Birûşxwaran ya Selmasê ye, bi heman hincetê li ser sinorê di navbera bajarê Rojhilatê Kurdistanê Selmas û Bakûrê Kurdistanê de hatibû kuştin.
Sînorên kuştinê
Rejima Îranê li ser sinor her sal bi dehan kesan bi hînceta kasibkariyê bêdaraz înfaz dike. Neteweyên Yekbûyî (NY) di Cotmeha 2013’an de di derbarê binpêkirinên mafê mirovan ên li Îranê raporek weşandibû dabû diyarkirin ku, bi hinceta kasibkariyê 70 Kurd hatine kuştin û 68 kes jî birîndar bûne. Di rapora ku ji aliyê Raportorê Taybet yê NY Ehmed Şahid ve hatî amadekirin de hatibû gotin ku, ev mirin piranî li herêmên Urmiye, Sine û Kirmanşan yên Rojhilatê Kurdistanê rû didin.
500 kes hatin dardekirin
Seroka Komîteya Jinê di Encûmena Niştimanî ya Berxwedanê de li Iranê, Serfnaz Jet Saz, di daxuyaniyekê de bo malpera Îlaf a Erebî got: “di sala 2013´an de 700 girtî li Îranê hatine dardekirin ku di nav wan de 30 jin jî hebûn.” Serfnaz Jet Saz balkişand ku ji dema ku Hesen Rûhanî hatiye li ser desthilatê, herî kêm 500 kes hatine bidarvekirin û di nav wan de 20 jin hene “Lê gelek bûyerên dardekirinê li girtîgehan jî pêk tên ku haya kesî ji wan çênabe.”
SAQIZ