Rejîma Îranê ciwanekî Kurd li gîrtîgeha Kerecê bi êşkenceyê qetil kir û gef jî li malbata wî xwarin ku vê agahiyê dernexin derve û parve nekin.
Li gorî nûçeya Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê, beriya bi çend rojan ciwanekî Kurd yê bi navê Diyako Haşimî di girtîgeha wezareta Îtlaatê ya bajarê Kerecê de, ji ber êşkenceya giran ya hêzên Îtlaata Îranê, mirine.
Rêxistinê wekî din di nûçeyê de got, “Ew ciwan temenê wî 24 salî bû û ji gundê Pişteng ê Ruwansera bajarê Kirmaşanê ye. Ew ciwan bi xwe niştecihê welatê Fînlandiya bû û malbata wî jî niştecihê bajarê Kereca Îranê bû. Diyako Haşimî, bi armanca serdana bavê xwe li nexweşxaneyê bike, çûbû Îranê. Ji aliyê hêzên Îtlaata Îranê ve hatibû girtin û di encama êşkenceya giran de mir.”
Di dawî de Rêxistina Mafê Mirov ragihand ku beriya bi çend rojan hêzên Îtlaata Îranê ji malbata Haşimî re gotiye, werin cenazeyê zarokê xwe bigirin.
Rêxistinê her wiha da zanîn ku Îtlaata Îranê gef li malbatê jî xwariye da ku bi ti awayî vê agahiyê bi ti cihî re parve neke.
NAVENDA NÛÇEYAN