Li gorî Navenda Mafê Mirovan a Kurdistanê, girtiyê siyasî yê Kurd Mihemed Ebdullahî li gel 5 kesên din ên bi sûcên madeyên hişber dihatin gunehbarkirin, pêr serê sibê ji bo pêkanîna cezayê darvekirinê ji hucreya takekesî ya girtîgeha Urmiyê hatin veguhestin. Doh bi berbangê re girtiyê siyasî yê Kurd û ev 5 kesên din hatin darvekirin.

Yek ji endamên malbata girtiyê siyasî yê Kurd, Mihemed Ebdullahî nûçeya darvekirinê piştrast kir û ji Navenda Mafê Mirov a Kurdistanê re got, serê sibê cezayê darvekirina vî girtiyê siyasî yê Kurd û 5 girtiyên din pêk hatiye û ev girtî çûne ber sêdareyê.

5 kesên ku bi behaneya tîcareta bi madeyên hişber hatine darvekirin ev in: Kamuran Pûrreft ji Pîranşehrê, Tewhîd Pûrmehdî ji Urmiyê, Emîr Ezîzî, Cehangîr Rezevîzade ji Urmiyê û Cibrayîl Kenanî ji Urmiyê.

Parêzerê Mihemed Ebdullahî Mistefa Ehmediyan beriya niha jî bi Navenda Mafê Mirovan a Kurdistanê re axivîbû û diyar kiribû ku der heqê dosya muwekîlê wî de bêedaletî heye û mafê mirovan hatiye binpêkirin.

Mihemed Ebdullahî di roja 24’ê Gulana 2010’an ji aliyê hêzên Îtilaatê ve li Urmiyê hat gulebarankirin û birîndar bû û paşê hat binçavkirin. Hêzên Îtilaatê ew birin nexweşxaneyeke leşkerî li Urmiyê û piştî çend seatan veguhestin navenda Îtilaata Urmiyê.

Mihemed Ebdullahî 35 salî, zewicî û ji bajarê Bokanê yê ser bi Urmiyê ye. Bi behaneya ku alîkarî daye partiya Komale, ji aliyê dadgeha şoreşê ya Mihabadê ve cezayê darvekirinê lê hat birrîn. Doh serê sibê jî ev ceza pêk hat.

Îranê hefteya bihurî jî di roja 2’ê Tebaxê de 20 girtiyên sunî li girtîgeha Recayî Şehir a bajarê Kerecê ya ser bi Tehranêm bi darve kiribûn. 


 NAVENDA NÛÇEYAN