Şêwirmendê Bilind ê Rêberê Şoreşa Îslamî ya Îranê General Rahîm Sefewî di hevpeyvîna xwe ya bi ajansa nûçeyan a Mehr re destnîşan kir ku riya ku Tirkiye dişopîne ji aliyê Amerîkayê ve hatiye diyarkirin.
Sefewî got ku Tirkiyeyê heta niha hinek çewtiyên stratejîk kiriye, yek ji van çewtiyan ew e ku Serokwezîr Erdogan di serdana xwe ya Misrê de pêşniyara modelek laîk/sekûler ji gelê Musilman ê Misrê re kir ku ev yek ji Erdogan nedihat payîn.
Sefewî derbirî ku çewtiya/şaşiya stratejîk a duwem jî ew e ku hîşt ku Amerîka radarên xwe li ser axa Tirkiyeyê biçikîne; Sefewî got ku bi vê yekê hem peyam ji Rûsyayê re hem jî ji Îranê re hatiye dayîn, lê ji Rûsyayê bêhtir ji bo Îranê peyameke vekirîbû.
Sefewî çewtiya stratejîk a sêyemîn a Tirkiyeyê jî bi van gotinan anî zimên, “Di çarçoveya zextên Amerîkayiyan, Siyonîstan û Siûdiyan de li dijî Sûriyeyê bi vanan re tevdigere”. Sefewî got ku lewre Tirkiyeyê ‘dîmeneke durûyî’ rave kiriye.
Di nûçeya Reutersê ya sepandiye ajansa nûçeyan a Mehr’ê de Sefewî hişyarî dide Erdogan û dibêje: “Ger hikûmeta Recep Tayyîp Erdogan di vê rê de pêdagir be, dê ne tenê hesab bide gelê Tirk di heman demê de hesab bide welatên cîran jî.” Lê belê serwîsa Tirkî ya ajansa Mehrê cih neda van gotinên Sefewî.
TEHRAN