Leşkerên Îranê li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê  kolberek gulebaran kir û di encam de kolber li gel şeş hespên xwe birîndar bû. 

Li gorî nûçeyek a Komeleya Mafê Mirov ya Rojhilatê Kurdistanê, li gundê Şerîkan ê ser bi navçeya Newsud ya Kirmaşanê kolberê Kurd ê bi navê Elî Mihemedî ji aliyê leşkerên Îranê ve hat gulebaran kirin û di encamê de bi giranî birîndar bû.

Hêjayi gotinê ye ku di dema hilbijartina serokomartiya Îranê de namzetên serokomartiyê derbarê rewşa kolberan de gelek soz dabûn. Lê ev meheke li ser hilbijartinan re derbas bû, hemû soz hatin piştguh xistin, gulebarandin û kuştina kolberan dewam dike. 


 NAVENDA NÛÇEYAN