Rejîm Îranê li Rojhilatê Kurdistanê li hemberî kurdan zextên xwe zêde dike. Tevî cezayê darvekirinê yê li kurdan dibere, niha jî hewl dide ku zimanê kurdî qedexe bike.  Hat diyarkirin ku roja Yekşemê Îdareya Perwerdê ya Kirmaşanê bi giştînameyekê ferman da hemû mamosteyên xwendingehên parêzgeha Kirmaşanê ku dibe tenê bi zimanê Farisî bi axivin û bikaranina hemû zaravayên derveyî farsî qedexe ye.

Di fermannameyê de ku di çapemeniyê de jî cih girt tê gotin ku ji bo pêşketina zimanê farsî û dewlemendkirina gotin û wêjeya farisî li herêmên Kurdistanê hemû mamoste hatine wezîfedarkirin, lewra nabe ew bi ti ziman û zaravayek ji bilî farisî biaxivin.
Hêjayî gotinê ye, di destûra bingehîn a Îranê de xalek ku dibêje, li herêmên cuda ku netewên Îranî lê dijîn, divê xwendevan karibin bi zimanê dayikê li tenişta zimanê Farsî ders bixwînin. Lê tevi vê yekê li seranserî Rojhilatê Kurdistanê bi sed hezaran zarokên kurd ji perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar in. Par jî li bajarê Seqiz bi heman şêwazî bi giştînameyekê, îdareya perwerdê ya rejîmê li ser zimanê kurdî heman zext û qedexe birêvebiribûn. 

KIRMAŞAN