Dadgeha Şoreşê ya bajarê Sine ya rejîma Îranê, 3 sal cezayê girtîgehê da mamostayê Kurd ê bi navê Tahîr Qadirzade. Li gorî nûçeya Rêxistina Mafê Mirov a Rojhilatê Kurdistanê, Dadgeha Şoreşê a bajarê Sine ya rejîma Îranê ku beriya niha bi 3 mehan cezayê girtîgehê dabû mamostayê Kurd Tahir Qadirzade, di biryara dawî de cezayê wî ji bo 3 salan zêde kir. Tahir Qadirzade mamostayê bîrkariyê ye û xelkê bajarê Saqiz ê Rojhilatê Kurdistanê ye. Sala 2015’an ji aliye rejîma Îranê ve bi hinceta ‘hewldanên ji bo rêxistinkirina xwepêşandanên mamostayan’ hat girtin û piştî demekê di girtîgehê de ma, bi kefaletê hat berdan.

Qadirzade herî dawî ji aliyê Dadgeha Şoreşê a Saqizê ve hat girtin û sê mehan cezayê girtîgehê lê hat birin. Dadgeha Şoreşê di biryara xwe ya dawiyê de cezayê Qadirzade 3 salan girantir kir. 


 NAVENDA NÛÇEYAN