Hêzên rejîma Îranê li Kirmanşanê pêr bi ser mala nivîskar û lêkolînvanê Kurd Ako Celîlyan de girt û ew destgîr kir.

Li gora nûçeya Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, pêr bi şev hêzên rejîma Îranê li Kirmanşanê bi ser mala nivîskar û lêkolînvanê Kurd Ako Celîlyan de girtin. Piştî lêgerîna li malê, hêzên rejîmê Celîlyan binçavkirin û nayê zanîn Celîlyan ber bi kû derê ve birine.

Her wiha hate ragihandin di dema serdegirtina malê de hêzên rejîmê dest bi ser tevayî kelûpelên taybet wek kompîter, nivîsên Celîlyan de girtine.

Li gora heman nûçeyê ku xwe dispêre zanyariyên cîranên Celîlyan dane, di dema serdagirtina malê de hêzên rejîmê li Celîlyan xistine û ew li gel xwe birine.

Nivîskar Ako Celîlyan heya niha çendîn pirtûk bi zimanê Kurdî nivîsîne û çap kirine.

 

 KIRMANŞAN