Hikûmeta Îranê piştî 8 salan destûr da ku li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, festîvala fîlmên Kurdî were lidarxistin. Piştî çend rojan yekemîn festîvala fîlmên Kurdî bi navê festîvala navdewletî  “SineDij” tê vekirin. 

Derheqê wê festîvalê de, berpirsê festîvalê û sînemakarê Kurd Sitar Çemengulî ji medyaya Îranê re gotiye, festival dê roja 4 Çileya sala 2017 dest pê bike û 7 rojan bidome. Her wiha  Çemengulî daye zanîn ku di wê festîvalê de gelek fîlmên Kurdî û biyanî ji Herêma Kurdistanê, Îran û welatên cîhanê beşdar bibin û Çemengulî eşkere kir ku wan berî niha bi 8 salan daxwaza destûrê kiribûn le ji nû Wezareta Îrşada Îslamî ya Îranê îsal bersiva wan da û razî bû!


 SINE