Îranê tevgera xwe ya leşkerî zêde kir
Yekîneyên Rizgariyê yên Rojhilatê Kurdistanê YRK'ê diyar kir ku dewleta Îranê di mehên Gulan û Hezîranê de liv û tevgera xwe ya leşkerî zêde kiriye û got, "Eger Îran êrişî me bike em ê jî bikevin pozîsyona parastinê."
YRKê têkildarî liv û tevgera leşkerî ya dewleta Îranê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dewleta Îranê hefteyên dawî liv û tevgera xwe ya leşkerî zêde kir. Di serî de herêmên li ser sînor, li tevahiya Rojhilatê Kurdistanê li nava artêşê guhertin hatiye kirin û hêzên leşkerî hatine zêdekirin. Herî dawî li Mêrîwan, Dîwandere û Seqizê bi çekên giran hêzeke mezin a leşkerî hatiye bicihkirin. Ev amadekariya dijmin di astekê de ye ku bala me dikişîne.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku YRK li dijî dewleta Îranê di pozîsyona bêçalakîtiyê de ye, ew vê rewşê didomînin û hate gotin, "Eger êriş li dijî hêzên me û gelê me bê kirin em ê bikevin pozîsyona parastina çalak. Di meha Gulanê de me xwest ku vê liv û tevgera artêşa Îranê ya li Rojhilatê Kurdistanê û li dijî Başûrê Kurdistanê bi raya giştî re parve bikin. Liv û tevgera li dijî Başûrê Kurdistanê bi giranî bi balafirên keşfê dewam dike. Beşek ji van balafirên keşfê yên dewleta Îranê ne, beşek jî yên dewleta Tirk in."
YRKê di daxuyaniya xwe de li ser liv û tevgera artêşa Îranê jî agahî dan.
NAVENDA NÛÇEYAN