Jiyan bi berxwedan û tekoşînê bi wate ye. Her zindiyek ji bo bijî, têdikoşe û bi awayekî şer dike ji bo hebûnê. Civak ji bo li ser piyan bimînin, diyalektîka di navbera mirin û jiyanê de hîn baştir fêm dikin. Di oxira jiyanê de mirovahiyê gelek berdêlên mezin dane. Ji bo jiyanek ji rêzê berdêl nedaye bêguman. Ji bo baş, rast û pak bijî, mirovahî şer dike li dijî mirinê. Bi rojan e ku karkerên bajarokê Şûşter ê ser bi parêzgeha Ehwaza Îranê di vê serma û seqema zivistanê de li kolanan li ber xwe didin. Ez bawer nakim yek ji wan karkeran tenê ji bo xwe di wan şert û mercên zehmet de nêzî mehekê ye li kolanan daxwaza mafê xwe û edaletê dikin. Xwendekarên zanîngehên seranserî Îranê ji bo piştgiriyê bidin karkeran dîsa daketin meydanan û heman dirûşmeyan dûpat dikin. Û em hemû jî dizanin tiştekî ferdî ku ew xwendekar ji bo şexsê xwe bixwazin, tineye. Jinên li ser medyaya mecazî bi wêrekî wêne û dîmenên xwe li beramber siyaseta sepandina hicabê belav dikin, ev piştgiriyeke din e ji daxwaza edaletê re. Ew jî ji bo xwe tenê vê nakin, ji bo hemû jinên Îranê vê gava bi wêrek diavêjin. Kurdên li ser sînoran; pişta wan di bin barê giran de êdî xwar bûye, berf û baran pêşî li wan nagire û dimeşin û dimeşin. Ew jî tenê ji bo xwe vê nakin, ji bo mirinê jî berê xwe nadin çiyayên asê, berf û bahozê. Ji bo jiyan li vî welatî bi her hilma wan a germ watedar bibe, amade ne canê xwe jî feda bikin. Ji bo jiyan nemire, zarokên Kirmaşanî û Serpolî li gel xirbeyên malên xwe dîsa kenekî li ser lêvên xwe ji bîr nekin. Ji bo jiyan li Kirmaşan zindî bibe, dikenin û ji rika mirinê jestên xweşik didin kamerayan.

Jiyan li Îranê di nava pencên mirinê de şîn bûye û dibe. Gelên Îranî di 500 salên dawî yên têkoşîna xwe de, pişta gelek padişah, împeretor, şah û zaliman li erdê dane. Hovîtiya şahên Qacar bi serê gelên Îranî aniye, êrişa Moxolan û talankirina çand û nasnameya Aryayî, zilma şahên Pehlewî li ser civaka Îranê û herî dawî rejîma sêdareyê. Çawa îro li ber xwe didin, xelkên Îranî di her serdema ku me behsa wê kir, zilma li ser xwe nepejirandiye û ti caran dest ji lêgerîna heqîqetê bernedaye. Bi taybet di destpêka sedsala 19. de ku mêtingerên pergala împeryalîst di bin navê bipêşketin û azadiyê de berê xwe dane Rojhilata Navîn, dîsa zirarên mezin li xelkên Îranê bûn. Gelên Îranê tenê li beramber paşverûtiya hukûmetên herêmî û hundirîn li ber xwe nedane, li dijî mêtingeriyên derve jî têkoşiyane.

Îro jî dîsa gelên Îranî rejîma heyî napejirînim, ji xwe nahesibînin û dixwazin biguhere. Her wiha haya wan jê heye ku hinek hêzên ji derve dixwazin, daxwazên gelan li gorî berjewendiyên xwe berovajî bikin. Dersên gelek mezin wergirtine gelên Îranî ji her şoreş û dijşoreşa ku çêbûye. Ji bo wê jî di van demên dawî de nêrînên cur be cur çi yên derve çi jî yên hundir ku serhildana gelên Îranê ji aliyê hinekan ve tên birêvebirin û organîzekirin, şaş û gelekî seresere ye. Kesên wiha dibêjin, bi rastî jî dîroka şoreşa gelên Îranî baş fêm nekirine û ya herî girîng, baweriya wan bi şoreşa gelan nayê. Her tim di dîroka têkoşîna gelên Îranê de mixabin nêrîneke wiha hebûye ku qaşo ji aliyê derve yan jî bi destê hinek kesên din hatine birêvebirin. Tevgerên çep li Îranê ji ber vê nêrîna şaş, nekarîn li ser piyan bimînin û heger gotin, di cih de be, bixwe xwe tine kir. Yan jî gelek pêşengên şoreşan li Îranê ji ber nêrîna ku girêdayî hinek hêzên derve ne û nûnertiya gelên Îranê nakin, bi komplo yan jî rêbazên cur be cur hatin dadgehkirin, qetilkirin û darvekirin. Dîroka Îranê tije ye bi mînakên bi vî rengî, herî zêde şoreşên ku li Îranê bi xwîn û keda gelan û nexasim a jinan, çêbûne, dema vegeriyaye dijşoreşê, beriya her tiştî pêşengên xwe ji holê rakirine. Ev rewşeke gelekî trajedîk e û mixabin nirxandineke şaş a rastiya berxwedêr a gelên Îranê, rê vekiriye li ber encamên bi vî rengî. Bêguman kesên pêşeng yan jî şoreşên çêbûne, kêmahiyên xwe jî hebûne û divê ew jî were nirxandin. Lê nabe ti caran potansiyela veşartî ya di ruhê tevgerên gelî li Îranê de neyê dîtin. Di dirêjahiya dijşoreşên li Îranê de her wiha trajediyeke din jî derketiye holê. Ew jî ew e ku her tim desthilatdaran gel berdane pêsîra hev û bi parçekirina netewan û tevahiya civaka Îranê, siyaseta xwe meşandine. Dewlemendiya çandî, mezhebî û qewmî li dijî gelan bi kar anîne û bi van amûran civak kirine dijminên hevdû. Ya girîng ji bo gelên Îranî, têkoşîna ji bo jiyana azad e bêguman. Êdî dem hatiye şoreşa gelan li Îranê xwe bispêre cewherê bingehîn ê şoreşê. Bi gotegotên derve û hundir, wê dîsa dîrokên reş ên berê dubare bibin. Di nava gelên Îranî de ruhê şoreşê her dem zindî ye û divê ew were parastin û praktîze bibe. Gelên Îranê xwedî wê hêzê ne ku pêşengiya şoreşa herî mezin li tevahiya herêmê bikin. Di çarçoveya projeya Netewa Demokratîk de gelen Îranê hêja ne ku jiyana azad misoger bikin û dawî li zilma sedê salan bînin. Êdî ne pergalên şahî, seltenetî û wilayeta feqîh a mutleq têra daxwazên gelan dike, ne jî modernîzma sexte û qelp a hêzên hegemonîk.