Ebadî di serdana xwe ya bi rasthatina meha muheremê de li Kerbelayê diyar kir ku ew ê ji bo ewlehî û rizgarkirina tevahî xaka Iraqê xebatên xwe xurttir bikin.
Serokwezîrê Iraqê di heman demê de bal kişand ser mijara operasyona Mûsilê û hebûna eskerên Tirk li ser xaka Iraqê û wiha peyivî: “Em ê destûr nedin ku Tirkiye tevlî operasyona Mûsilê bibe. Em Tirkiyê hişyar dikin ku ji ser xaka Iraqê leşkerên xwe vekişîne.”
Ebadî diyar kir ku operasyona Mûsilê nêz e û wê tenê hêzên Iraqî tevlî vê operasyonê bibin.

Dadgehkirina kesên esker birin Iraqê

Li aliyê din Parlamenterê Dewleta Yasa ya Iraqê Dr. Ednan Esedî diyar kir ku divê ew kesên destê wan di “hatina leşkerên tirk a ser axa Iraqê” de heye, bi sûcê xiyaneta mezin bên dadgehkirin.
Li ser mijarê Dr. Ednan Esedî nirxandina “Yên ku ji bo hatina van hêzan ser xaka Iraqê bûne alîkar, an jî li hemberî hatina wan bêdeng bûne, pêwîst e li gorî yasayê bên dadgehkirin.”

Esedî da xuyakirin ku divê ew kes bên derxistinî pêş dadgehê û ji sûcê xiyaneta mezin bên dadgehkirin.

KERBELA / BEXDA