Li gorî daxuyaniyeke nivîskî ya Parlamenterê Tevgera Goran û endamê Lijneya Asayîş û Parastinê li Parlamentoya Iraqê, Hoşyar Ebdullah, doh Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li Lijneya Asayîş û Parastinê ya Iraqê civiya.

Hoşyar Ebdullah di daxuyaniya xwe de dibêje, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di civînê de bal kişande ser firotina petrola ji aliyê Herêma Kurdistanê ve û got; “Em agahdar in ku Herêma Kurdistanê nezî ji sedan bîstê petrola Iraqê difiroşe. Rojane navbera milyonek, milyonek û sêsed hezar bermîlan difiroşe û çima pere nade karmend û pêşmergeyan? Ji ber ku aliyên Herêma Kurdistanê ji vê yekê şirîk in, ji bo wê dengê xwe li hember dernaxin.”

Rizgarkirina Hewîce 

Tekildarî Hewîce jî Ebadî got: “Ji ber Hewîce metirsiyeke mezin li ser Kerkûkê heye, me xwest em beriya Mûsilê, wê rizgar bikin. Lê aliyên Kurd bûn asteng. Carinan li Kerkûkê pirsgirêkan derdixin û carinan jî dibêjin, pirsgirêka Hewlêrê ye.”

Heyder Ebadî di cîvînê de wekî din got, “Necmedîn Kerîm got ‘ev pirsgirêka Hewlêrê ye’. Ev jî nîşan dide ku wan nexwest tevlî azadkirina Hewîce bibin. Zêdetirê van pirsgirêkan jî ji ber petrola Kerkûkê ne.“

Em şerê PKK´ê nakin

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî tekildarî PKK’ê û Şengalê jî wiha peyivî: “Tirkiye û Hewlêr ji PKK’ê ditirsin. Siyaseta me zelal e û me ji Tirkiyeyê re gotiye, nabe hûn xaka me ji bo şer bi kar bînin. Her wiha, me ji Tirkiyeyê re ragihandiye, em şerê PKK’ê nakin û dijayetiya wan ne karê me ye. Em ne li pêşiya wan Iraqiyên ku aligirê PKK’ê ne, bi taybet jî ji Êzidiyan re em nabin asteng. Em destwerdana fikr û aligiriya siyasi nakin.”

Her wiha Ebadî diyar kir ku wan di temasên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê de diyar kiriye ku divê Şengal û navçeyên din bi hevkariya Iraq û pêşmergeyan bên birêvebirin.


 NAVENDA NÛÇEYAN