Ambargoya PDK’ê ya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), meheke xwe tije kir. Tevî hemû hewldanên Komîteya Karê Derve ya Mexmûrê heta niha ti encamek ji bo bidawîkirina ambargoyê pêk nehatiye. Têkildarî mijar û serdanên heyeta Meclîsa gel û Komîteya Têkiliyên Karên Derve ya Mexmûrê Endamê Dîplomasiya Karê Derve ya Mexmûrê Bêwar Unver agahî da. Unver di destpêka axaftina xwe de balkişand ser rewşa wargehê û got: ”Komîteya Têkiliyên derve raporek li ser rewşa wargehê, êriş, zext, û ambargoyê pêşkêşî aliyên peywendîdar kir. Her wiha bi zimanên cuda  saziyên navnetewî, saziyên sivîl, û Konseya Ewrûpayê hatin agahdarkirin. Lê heta niha ti encameke erênî derneketiye holê.”

Rêyên diyalogê hatine girtin

Bêwar Unver herî dawî got: ”Em bi ti awayî nikarin xwe bigihînin berpirsên PDK’ê yên bi mijarê re eleqedar û rêyên diyalog û dîplomasiyê jî hatine girtin. Lewra nêzîkatiya PDK’ê nayê famkirin, bê ka çima rê girtine û dixwazin çi bikin. Eger hiqûq heye bila li gorî hiqûqê tevbigerin. Bila kontrola nasnameyan bike, rê bê dayina nexweş, karker û xwendekaran. Sibe dibistan vebe, divê xwendekar biçin dibistanê, dîsa bi hezaran karker hene ji karê xwe bûne, karê wan ji destê wan çûne.”

 

HEWLÊR