Mekan hene ku heta mirov bibêje bes niha û îro ne, ji me ne, em di wan de ne, lê her bi kirasê dîrokî ne. Yek ji van mekanan jî Kelha Koyeyê ye tevî 7 hezar metreyên bi çarçik ku li ser ava bûye; ew muzexane, qehwexaneya çandî ye îro, lê bi dîwarên xwe bi neqş, gewde û qalibên xwe dibêje, ez ne ya vî zemanî me.

MIHEMED HESEN / ANHA / RANYA

Kelha Koyeyê bi ‘Qişleya Koyey û Sera’ hatiye naskirin. Yek ji cîhên dîrokî yên navçeya Koyeyê ya Parêzgeha Hewlêrê ye. Ji dema Aşûriyan heta Osmaniyan weke navenda eskerî hatiye bikaranîn. Niha weke muzexane ava ye û dîroka herêmê tê de tê mihafezekirin û pêşandan.

Helbet li Kurdistan hejmara cîh û mekanên dîrokî bi hezaran e. Lê yên parastî û vedîtî, kêm in. Hasilî, tenê li herêma Koyeya ser bi Hewlêrê, qederê 180 şûnwaran hene. Ji van ên ku herî zêde tên naskirin, Xirabe, Siktay Qeyserî, Bawacê, Simaqolî Mîrsede, Çinarokxan, Hemama Kevin, Avahiya Kelepûrî û Satû Qala ne.

Yek ji şûnwarên girîng li Koyeyê, Kelha Koyeyê ye. Ev kelhe weke Qişleya Koye yan jî Sera bêhtir tê naskirin. Dema ku mirov dikeve Koyeyê, kelha Koyeyê diyar dibe û li ser girekî ava ye.

Navendeke daimî ya desthilatê

Li gorî nêrîna dîrokzanan, dîroka vê kelhê digihîje serdema Aşûriyan; halê wê yê îro berdest, di dema Mîr Mihemed Paşayê Rewanduzî de hatiye çêkirin. Ji dema ku hatiye çêkirin ve, ev herêm ji aliyê kîjan hêz û desthilatê ve hatiye bi rê ve birin, ev kelhe navenda desthilata wan û baregeha wan eskerî bûye.

Dema ku Kurdistan ji aliyê Osmaniyan ve hate dagirkirin, kelhe bû navendeke eskerî ya Osmaniyan. Wê demê navê Qişlê lê hat kirin.

7 hezar metreyên bi çarçik

Cîhê Kelha Koyeyê bilind e û rûberê wê 7 hezar metreyên bi çarçik e. Kelhe ji beşê bakur, başûr, rojava û rojhilat pêk tê. Bi kevir û kilsê dîwarên wê hatine çêkirin. 23 odeyên wê hene. Li navenda wê saloneke mezin heye. Berê ji bo perwerdekirina eskaran dihate bikaranîn. Pahniya dîwarê kelhê 120 santînmetre ye.

Beşên kelhê wiha ne, beşê rojhilatê kelkê du tebeqe bûn. Tebeqeya serî navenda rêveberî û efserên Osmaniyan bû. Tebeqeya jêr jî girtîgeh bû. Beşê bakur û rojava ji bo parêzvanan dihate bikaranîn. Beşê başûr jî cîhê eywana eskeran bû. Niha bûye qehwexane, pirtûkxane û mala çandê.

750 stûnên çavdêriyê

Kelha Koyeyê 750 stûn hene. Ji van stûn yan jî kolekan re konên meterêz tê gotin. Eskeran ev stûn ji bo çavdêriyê û weke sîper bi kar dianîn. Herwiha bi rêya van kolekan ji dûr ve tehlûkeyên muhtemel didîtin.

Hewriha li navenda beşê rojhilatê kelhê jî du nerdewan hene. Bi rêya van diçin tebeqeya serî. Li tebeqeya serî 5 ode û 3 eywan hene. Herwiha holeke mezin a dirêjiya wê 90 metre û berê wê 6 metre heye. Di dema Osmaniyan de ji bo nivistinê dihate bikaranîn.

Muzexane û qehwexaneya çandî

Niha ev kelhe ji aliyê Saziya Şûnwarî ya Koyeyê ya ser bi Wezareta Şaredarî û Geştyariyê ya Herêma Kurdistanê ve tê birêvebirin.

Ev qederê du salan e ku beşek ji kelhê bûye qehwexaneya çandî û li qehwexaneyê çalakiyên hunerî pêk tên. Herwiha li ser dîwarên wê wêneyên kesayetên Koyeyê hilawistî ne.

Salene gelek kes diçin serdana Kelha Koyeyê. Herwiha xwendekarên zanîngehê û bi taybet jî xwendkarên beşa dîrokê serdana kelhê dikin.