Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ji bo Mehmet Reşît Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr ên di 6'ê Kanûnê de ji aliyê polîsan ve hatin kuştin, li Parka Mûsa Anter a li taxa Kişlayê MEYADER'ê konê 'Li dijî komkujiyên sivîl konê berxwedana demokratîk' veda û mewlûd da. Li kon wêneyên Mehmet Reşît û Veysel Îşbîlîr, al û pankarên ku li ser wan komkujiyên AKP´ê şermezar dike dinivîse hatin daleqandin. Li mewlûdê Parlamenterê BDP'ê yê Colemêrgê Esat Canan, endam û rêveberên BDPê, malbata Îşbîlîr û nûnerên saziyên sivîl jî di navê de gelek welatî amade bûn.

Li dû xwendina mewlûdê parlementerê BDP´ê yê bajêr Esat Canan nerazîbûn nîşanî kuştinên hukûmeta AKP´ê da û got, "Bila her kes vê baş bizanibe, gelê Kurd dê hîn bêtir bi pêş ve biçe, dê ji têkoşîna xwe venegere. Eger ji niha û pê ve berdêl hewce be, ev gel amade ye wî berdêlî bide. Gelê Kurd biryara xwe daye. Ji ber vê yekê divê her kes li dijî zilm û tasfiyeya dewletê li ber xwe bide.´
Canan bibîrxist ku mirovên li Geverê jiyana xwe ji dest dan ji aliyê destên tarî yên dewletê ve hatine qetilkirin û wiha got; Berî 10 salan mirovên me dihatin revandin û dihatin qetilkirin, niha jî bi awayekî zelal û li pêş çavan tên qetilkirin. Divê em bibin gelekî yekpare ku li dijî vê dewletê em têbikoşin. Divê em hişyar bin, celatan careke din dest bi komkujiyên berê yên li hemberî Kurdan kirine. Emê bi hevkariya xwe re van destên tarî têk bibin." Li dû axaftinan, ji beşdarên mewlûdê re xwarin hat dayîn.

 DÎHA/GEVER




Bêmal Tokçû jiyana xwe ji dest da


Bêmal Tokçû yê di bûyerên Geverê de giran birîndar bû, piştî berxwedana 4 rojan jiyana xwe ji dest da.
Li Navçeya Geverê ya Colemêrgê di 6'ê Kanûnê de girseya gel xwest xerakirina gorên gerîlayên HPG'ê şerezar bike. Piştî meşê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn, lê belê ji ber êrîşa polîsan pevçûn derket. Li navçeyê tîmên kujer û polîsan ji maşînên zirxî yên bi navê 'Cobra' gule li ciwanan reşandin. Di encama gulereşandina polîsan de ap û birazên hev Mehmet Reşît Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr ên li Sîteya Pîşeyî ya Geverê dikandarî dikirin, jiyana xwe ji dest dan. Tîmên taybet ên Tirk avêtin ser nexweşxaneyê, cenaze bi erdê re kaş kirin û hewl dan cenazeyan birevînin. Geveriyan xwe gihandin nexweşxaneyê û piştî ku cenazeyên xwe ji destê polîsan girtin, polîsan dest bi lêdanê kirin, camên nexweşxaneyê şikandin û bombeya gazê bikaranîn. Di 7'ê Kanûnê de li Geverê cenazeyên ap û birazî ji aliyê 10 hezaran kesan ve sipartin axê.

Hejmara kuştiyan bû 3

Di merasîma cenaze de polîsan dîsa bi bombeyên gazê û çekan dest li girseyê werdan û ciwanê 25 salî Bêmal Tokçû bi giranî birîndar kirin. Bêmal Tokçû yê li Geverê bi guleya polîsan birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Yuzuncu Yilê ya Wanê. Lê belê Bêmal Tokçû ji ber mejiyê wî mir, di roja 4'an de jiyana xwe ji dest da. Tê gotin ku malbat dixwaze cenazeyê Tokçû bibe Gundê Alakana, lê li ser daxwaza gel dê cenaze bibin Goristana Bajêrge ya Geverê û bi girseyî bispêrin axê. Bi Tokçu re hejmara Kurdên li Geverê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin kuştin bû 3. 

DÎHA/WAN