Îro li gorî saeta Amedê 20’an BibeHevmal BikeXweşhal
HDP kampanyayeke “Hevmaliyê” dide destpêkirin. Hevmalî jî miqabilî kampanyaya “Kardeş Aile” ya HDP’ê berê dabû destpêkirin, e. Di heman çarçoveyê de îro êvarê li gorî saeta Kurdistanê saet 20’an wê kampanyayê hastagê bê destpêkirin.
Li gorî organîzatoran bi navê “hevmaliyê” ew kesên ku ne malbat in jî dihewînin nava vê kampanyayê û derfeta hevmaliya bi hewceyan re didin wan. Ji bo kampanyayê wê spot û vîdeo bên amadekirin û saeta diyarkirî bên parvekirin. Hashtag jî wê weke slogana kampanyayê “BibeHevmal BikeXweşhal” be. Ji bo ku tesîra hashtagê kêm nebe, kesên dixwazin destekê bidinê divê beriya saet 20’an li gorî saeta Amedê dest bi belavkirina spot û vîdeoyan tevî slogana kampanyayê bikin di ser twitterê û medyaya civakî re. NAVENDA NÛÇEYAN