NAV-DEM û TJK-E, ji bo çalakiya greva birçîbûnê û ya rûniştinê ya Strasbourg û Berlînê banga beşdariyê kir.

Li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, grevên birçîbûnê dewam dikin û bêdengî û xemsariya welatên Ewrûpa jî li cem kurdan û dostên wan dibe sedema nerazîbûnê. Ji bo protestokirina vê xemsariyê, îro li Strasbourgê û sibe jî li Berlînê çalakiyên greva birçîbûnê û rûniştinê yên girseyî dest pê dikin. Çalakiya li Strasbourgê wê li ber avahiya Konseya Ewrûpayê heta 4´ê Nîsanê dewam bike. Ya li Berlînê wê li Brandenburger Tor ji 2´yê Nîsanê heta bi 5´ê wê dewam bike.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Elmanyayê  (NAV-DEM) ev bang li Kurdistaniyan û dostên wan kir ji bo van herdu çalakiyan: "Ji ber qonaxa ku grevên birçîbûnê gihiştiyê, divê her kes bi ruhê seferberiyê helwêsta xwe diyar bike û tevbigere. Ji bo vê jî, divê gelê me hestyar be, lazim bike dev ji karê xwe, dibistana xwe berde û xwedî derkeve li çalakiya girseyî û rûmeta xwe."

 

 NAVENDANÛÇEYAN