Di daxuyaniyê de TJK-E´yê got, dewleta Tirk ji bo Rojava nebe xwedî statu, planên dagirkirinê xistiye dewrê û îşaret bi dagirkirina Cerablûsê kir.
TJK-E´yê bi bîr xist, ku dewleta Tirk tevî êrişa li dijî Rojavayê Kurdistanê dest daniye ser şaredariyên li Bakurê Kurdistanê û bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan.
Di dewama daxuyaniyê de TJK-E´yê got, “Weke encama vê polîtîkayê, tecrîdeke tarî û giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin. Tecrîd weke polîtîkayekê hatiye pejirandin. Bi rengekî dijwar hewl didin ku nehêlin nêrîn û nirxandinên Rêberê me bigihîjin civakê. Tecrîdkirina Rêberê me tecrîda li dijî gel, civak û jinan e. Ev tecrîd weke amûreke ji bo kûrkirina şer, çaresernekirinê û krîzê tê bikaranîn.”
TJK-E destnîşan kir, ku rabûna li ber tecrîdê, alîgiriya çareserî û demokrasiyê ye, her wiha biratî û hevgirtina her du gelan e.
TJK-E´yê bang li dijberên şer û alîgirên demokrasiyê kir, ku bibin yek û ji bo çalakiyan banga tevlîbûnê li gelê Kurd, demokratan û hemû dostên gelê Kurd kir. Çalakiyên TJK-E banga tevlîbûna wan dike, îro li van cihên li jêr li dar dikevin:
* Saet 11:00´an, li ber Parlamenta Ewropayê,
* Li ber Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê ya li Marsîlyayê,
* Li ber Nûnertiya Yekîtiya Ewropa ya li Rennesê,
* Li ber Navenda Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî,
* Li ber Parlamenta Federal a Elmanyayê li Berlînê,
* Li ber Parlamenta Eyaleta Hambûrgê çalakiya rûniştinê,
* Li ber Parlamenta Eyaleta Bremenê çalakiya rûniştinê.