Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) daxuyanî da û diyar kir ku di 9 mehên pêşî yên 2018’an de li dinyayê 56 rojnamevan hatine kuştin. 

RSF’e da zanîn ku par 55 rojnamevan hatibûn kuştin. Li gorî vê, li Efxanistanê 13, li Yemenê 5 rojnamevan hatine kuştin. Welatên din ên ku rojnamevan pirr lê hatine kuştin Pakistan, Filistîn û Sûrî ne. Li Sûriyê par 9 rojnamevan li ser kar hatin kuştin. Îsal bi tevahî 29 rojnamevan li deverên şer li ser karê xwe hatin kuştin. RSF’ê bang li civaka navneteweyî kir ku bi lezgînî tevdîran bigire. Bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) hate kirin ku bi asta Sekreteriya Giştî, nûnerekî taybet diyar  bike.

 

PARÎS