Bihara îsal li Kurdistanê têr baran bû û ji ber wê jî bêhtir ji carê dewam kir. Lewma pincarên biharê jî ji carê bêhtir û demeke dirêjtir li deşt û çiyayên Kurdistanê tên komkirin, li sûkê û bazaran jî tên firotin.

Kereng, gulik û rêwas çend ji van pincaran in.

Ev pincar jî bi giranî li Agirî, Mûş, Erzirom û Wanê şîn dibin. Hem tehma wan xweş e, hem bi şîfa ye, hem jî erzan e. Lewma gelekî bala welatiyan dikişînin.

Ji van pincaran, kereng hem teze tê xwarin, hem jî ji bo zivistanê tirşiya wê tê çêkirin. Gulik jî hem teze dikare were xwarin, hem jî ji bo zivistanê dikare bê hişkkirin û hilanîn. Rêwas meha Gulanê li çiyê şîn dibe. Di nava mehekê de divê bê komkirin û xwarin.

Heger hûn li Wanê biçin bazarê, kîloya gulikê bi 3 TL, ya kerengê bi 5 TL, ya rêwas jî bi 15 TL ye.

Kullihan Avci li bazarê van pincaran difiroşe. Ew ji bo wan dibêje, “Bi salan e vî karî dikim. Her sal bi tonan difiroşim. Ev pincar tenê li herêma me şîn dibe. Ji ber ku erzan e û ji bo tenduristiya mirovan baş e, em gelekî difiroşin. Welatî bi kîloyan dikirin, hinek jê yekser tê xwarin, hinek jî ji bo zivistanê tên hilanîn.”

 

 ANF / WAN