Mamosteyê resîmê Agit Işik, piştî îlana OHAL’ê bi biryarên KHK’ê ji kar hate avêtin. Işik, piştî hat îxrackirin dîsa li karê xwe yê muzîkê ku 15 salin bê mijûl dibe vegeriya. Işik ku di sala 2014’an de albuma “Lorina Sibê” derxist, niha dest bi xebatên albumek nû dike. Işik, berhem û stranên gelêrî yên herêma Hezoyê berhemên Ermenan û civakî berhev kir û di albuma xwe ya nû de kom kir. Işik anî ziman ku di nava xebaten sendikayê de disa karê muzîkê kir û got: “ Muzîk ji bo ez xwe nas bikim bû dîsîplînek ji bo min.”


Album bi Kurdî û Ermenkî ye


Işik, ani ziman ku bi piranî stranên Kurdî dibêje û got: “Ez li gel stranên Kurdî stranên Ermenkî jî dibêjim. Muzîka herêmî û gelêrî ji bo min tiştekî gelek giranbuha ye. Tarzek min ê xweser tine. Ji bo vê yekê hewldanek min jî tine ye. Ez çawa hîs dikim ez wisa dibêjim. Di albuma min de stranên Ermenkî û gelerî hene. Hemû yên herêma Hezo ne. Heta klamên dengbêjan jî hene. 

Ji ber şer pirsgirêk derdikevin


Işik, diyar kir ku ji karê mamostetiyê jî hez dike û got:” Lê di jiyana min de herî zêde muzîk serdest e. Karê muzîkê di navenda jiyana min de cih digirt. Muzîk ji bo ez xwe nas bikim bû dîsîplînek ji bo min. 
Işik, da zanîn ku ji ber şertê şerê li Tirkiye bersîvek ji albuma “Lorina Sibê“ negirt û got: “Di vê pêvajoyê de me çend konser dan. Lê ji ber şertên şer zindîbûnek tune bû. Li hin cihan jî me ji bo konserê salon xwest salon nedan me. Me li cafeyên biçûk konserên biçûk dan. Niha min dest bi albuma xwe ya nû kiriye. Hem helbestên min hene û hem jî stranên gelêrî hene. Nêzî 6 stran di vê albumêde cih digirin.” 


 ÊLIH