Destpêkê Kirmanc Harîkî bi xêrhatina mêvanan kir û anî ziman ku semînera wan li ser mijara Îslama Siyasî ye. Dîrokzan û nivîskarê Kurd Ehmed Balayî dest bi axaftinê kir û li ser Îslama siyasî rawestiya û wiha axifî: ‘‘Îslamiyên siyasî li Kurdistanê bi destên welatên biyanî taybet Erebî hatine pêkanîn û çêkirin, bi rêya wan hizrên paşverû dixwazin gel û miletê me bixapînin û nehêlin ber bi demokrasî û pêşkeftinê ve biçin.’‘

Tirk û Ereb ol bikar tînin

Balayî wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘‘Li cem Tirkan ol tenê ji bo xizmeta nijadê Turanî ye, daku ew netew pêş bikeve û hizr û hestên xwe pêşbixin ne ku xizmetkirina ola Îslamê ye.‘‘ Balayî, Profesor Cemal Nebez û Vîgramê Skotlendî jî wek jêder pêşan dan, ku di çendîn gotarên xwe de bi dirêjahî li ser bikaranîna ola Îslamê ji aliyê Tirkan ve nivîsandine. Balayî destnîşan kir ku melayên Tirkiyê Îslamê bo xizmeta zimanê xwe û netewa xwe bikartînin û ew dibêjin ê ku Tirkî nizane dê behiştê bi çavê xwe nebînin.

Kurd ders negirtine

Ehmed Balayî li ser Kurdan jî rawestiya û got ku Kurdan derseke baş ji Îslamê wernegirtine û rast tênegehiştine, nikaribûne sûdê jê werbigrin û xwe, ziman û neteweya xwe pê pêş bixin. Herwiha diyar kir ku Ereb, Tirk û Farisan bi rêya ola Îslamê Kurd xapandine û partiyên Îslamî jî ji bo xwe bikaranîne. Li ser pirsa gelo Kurd çi bikin, ola wan a resen kîjane, bi pey kîjanê de biçin? 

BERLÎN