Ez elewî me, hem jî yê Zerdeştî, lê min gelek alim û melayên
Kurd yên dilsoz û sadiqên baweriya xwe nasîn, Îslamiyeta min ji wan
zanayan bîhîst evîn û mirovbûn bû, mezinahiya Xwedê bû, duristî û paqijî
bû.
Li gor bawriyê; Xwedê heyîyekî wisa ye ku hîç îhtiyaciya wî bi
mirovan û îbadeta mirovan, ew ji mirovên ne bi wî/ê bawer parastinê
tuneye. Ku ew bixwaze, dikane di kêliyeke em bi vê mejiyê xwe
tênagihîjin de mirovan biguherîne. Dîsa mejiyeke wisa daye mirovan ku
mirov jî dikanin bi destûr û evîna wî bigihîje rastiyê.
Xwe wek
wekîlê xwedê dîtin, bi navê Xwedê biryar dayîn, êrişê mirovan kirin,
mirovên bê guneh êşandin, girtin, darvekirin, kuştin raste rast (heşa)
Xwedê piçûk dîtin û înkara Xwedê ye, lew re Xwedê ev destûr nedaye tu
kesê. Li gor felsefeya dînan, têgîhîştina felsefeya zanistî, ayetên di
Quranê de rastî ev e.
Tenê mirovên nezan, mirovên haya xwe ji
felsefeya têgihştina rastiya dîn hîç tine, dogmatik li diyarde
pêşveçûnan dinêrin, ji bo vê bêkêrî, valabûna xwe veşartinê, fetwayên di
bingehê xwe de tu têkiliya wan bi dînê Îslamê re tune, derdixin û wek
rastî difiroşin, yan jî ewên ji rê derketî, bûne maşeyên destên derdorên
li pey berjewendiyên xwe ne, bi fetwayên wan ên tu têkiliya xwe bi
rastiya dînê Îslamiyetê re tune, vê guneha herî mezin dikin. Ango bi
navê xwedê her xirabiyan dikin.
Ev ne tenê li ser qada Suriyê wiha
ye, dibe ku qirêjiya giştan li wir rengê xwe nîşan dabe. Serkariya
Ayetullahan, koma El Qaide, aqildêrên wan, AKPeyî, Fetullahî serkarên
tarîqatên Misir, Yêmen, Sûdan, Afganîstan, Pakîstanê bi zulm, kuştin,
êşkence, mirovan bi zindî serjêkirinan dîn guhestine reşahiyeke tirsê
bîrdozeke celadan, xirabiyeke ji mirovî der, ango rasterast dîn ji evîn û
eşqa Xwedê dûr xistine, hemî mirovên li van welatan tenê bi tirsê li
dîn dinêrin. Ji bo wan dîn tirs e, Xwedê tirs e.
Wan wateya peyva
cihadê jî guherandine, ew jî guezandine kaboseke tirsê û kaosê. Ev bes
nebû, vê carê jî bi navê cihadê fetwayên fûhûşê derxistin. Ji welatên
misliman cihadîstên fuhuşê vexwendin. Di yek şevekê de bi dehan kes bê
riza jinên dîl hatî girtin, bi navê mara cihadê tecavûzê jinan kirin.
Serkariya
Tirk di salên nodî de bi navê hizbullah komeke kontra yan jî celatên
maşeyên destê JÎTEMê avakirin, wan bi sedan Kurdên bêguneh êşkence
kirin, serjêkirin û di malên tê de diman, kirin erdê. Navê wan
xwînxwaran, qaşo Îslamiyeta wan diparastin, tenê wek tirsê olan dida.
Serkarên Tirk leşkerên Tirk li ba wan ji Xwedê re jî dijûn bikirana,
dengên xwe nedikirin. Li ber pavyon û barên li Stenbolê rûdiniştin, lê
bi navê dîn Kurd dikuştin. Saddam jî bi navê dîn û Xwedê bi sedhezaran
Kurd qetil kiribû.
Di vê dema AKP êdî gav bi gav têk diçe de dîsa
Îslamiyet guheztine koteka tirsê. Çeka AKPê li Bakûr “Huda par” e. Ev
koma qaşo Îslamîst dîsa bi navê dewletê Îslamiyetê wek çoyê tirsê li ser
serê Kurdan li ba dikin.
Çi tişteke xirab! Êdi hemî cihan dinê
Îslamiyetê wekî dîneke tirsê wek dîneke kuştina mirovên bêguneh, wekî
çavkaniya terorîstan dinasin. Le Îslamîyet ne ev e, îsamiyet ne dînekê
tirsê ye. Îslamiyet ne çavkaniya terorîstan e.
Baş tê zanîn ku
Ewropê beşek bingehê zanyarî û pêşketina xwe ji dînê Îslamiyetê
wergirtine. Kanê ew Îslamiyet? Dema di sedsala 16. an de katolîkan dest
bi qetlîama cihûyan kir, wan cihê sitar û parastina xwe di nava Îslaman
de dîtin. Bi dehan hedîsên li ser parastina cîranan (dîn û baweriyên wan
çi dibin bila bibin) hene.
Divê hemî mirovên Îslam êdî ji van kes,
kom, partî, tarîqat û welatên ku me di ve nivisê de navê wan dane re
bibêjin: «Hê minafiqên dînê me guheztine tirs û dijminahiya mirovahiyê
ji nava me bicehnimin, dînê me ne dînê tirsê, dînê me dînê evîna Xwedê
ye.»
Ku Îslam dînê xwe nekin dînê evînê, dê wekî dînê tirsê bimîne, tirs jî wendakirin e.