Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku Goksûngûr ji temenê ciwantiya xwe ve li nava gelek saziyên tevgera azadiyê ya Kurd xizmet kir û hat gotin, “Goksûngûr ê di dawiya sala 1979’an de derket derveyî welat, li bajarê Elmanya Stûttgartê di dawiya sala 1980’î de pêşengî ji avabûna yekemîn komeleya Kurd a li Ewropayê re kir. Di sala 1982’an de li Parîsê bi cih bû û bû damezrînerê yekemîn komeleya Kurd li Fransayê ye jî.

Goksûngûr ê ji gundê Cennetpinari yê navçeya Pazarcixê ye, di sala 1992’an de bû yek ji 15 parlamenterê Kurd ên ji Meclîsa Neteweyî ya Kurdistanê. Weke wekîlekî meclîsê çû Kurdistanê û piştî ku wextekî li çiyê ma vegeriya Parîsê.

Goksûngûr ê di gelek saziyên li Fransayê de bi berpirsyarî rabû, di dema dawî de serokatî ji Federasyona Komeleyên Kurd li Fransayê re kir. Goksûngûr her wiha wextekî endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bû. 


 PARÎS