Li ser vê yekê li Îsraîlê û nexasim jî di nava hikûmetê de lêpirsîn û lêkolîn li ser wê yekê hatin kirin, ka armanc bi qesdî û bijartî Îsraîlî bûn yan na. Yek ji rojnameyên navdar ên Îsraîlî Haaretzê jî îaşret bi vê yekê kiriye û gotiye, ji ber ku Îsraîliyên jiyana xwe ji dest dayî di nava komeke ji 14 kesan a li Stenbolê bi armanceke tûrîstîk digeriyan bûn, gumana wan heye ku armanc jî ev Îsraîlî bin.

Nûçe bi bîr dixe ku ji birîndaran jî 11 Îsraîlî ne û rewşa diduyan jî giran e. Li gore nûçeyê serokwezîrê Îsraîlî Benjamin Netanyahu jî kuştî û birîndarên Îsraîlî piştrast kiriye û gotiye ew niha lêdikolin ka armanca êrîşê xasma Îsraîlî bûn yan na. Li gorî wezareta karê derve heta niha li gorî agahiyên bi dest ketî, ev yek nehatiye piştrastkirin. Balkêş e ku weke karê serke ya xebatkarên dîplomatîk ên li Tirkiyeyê weke anîna welatiyên Îsraîlê ber bi Îsraîlê ve hatiye destnîşankirin.

Serokwezîrê Îsraîlê Natanyahu li ser pirseke di biwara tesîrên êrişê li ser tkilliyên herdu welatan de got, “hîna cudatiyên sereke tên muzakerekirin” li ser hin hevdîtinên beriya bi çend rojan jî got, lihevkirin hat derengxistin “ji ber cudatiyên bingehîn ku em hewl didin li ser wan li hev bikin”.

Wekî din ji nûçeyê diyar dibe ku Îsraîl baweriyê bi doktorên Tirkiyeyê naîne û ji bo dermankirina wan komên xwe yên tibî diçîne Tirkiyeyê ji bo dermankirina Îsraîliyên birîndar. 


 NAVENDA NÛÇEYAN