Di vê bazarê de ya ku Tirkiyeyê qaşo bi dest xistî, bi tenê tiştekî sembolîk e: Li Xezzeyê wê nexweşxaneyek were avakirin û wê astengî li ber Tirkiyeyê neyên danîn ku bi doktor, derman û alavên tibî pêdiviyên wê dabîn bike.
Ji bo propagandayê malzeme
Rojnamevan Thomas Pany dibêje, bi vê yekê jî hikûmeta Tirk wê vê bazarê weke serketineke dîplomatîk nîşan bide û weke ku israra wê ya li ser xeta mafê Filistînê bi ser ketibe raya giştî ya Tirkiyeyê bixapîne. Ka li hemberî vê Tirkiyeyê çi soz dane di biwara Hamasê de wê qet neyên minaqeşekirin.
Di gotarê de tê îdîakirin ku ev nêzîkbûna di navbera Tirkiye û Îsraîlê de wê muhtemelen kêfa Beşar Esed neyîne, lê belê mumkin e ku ji bo çareseriyeke dîplomatîk aliyan nêzî hev bike. Rojname dema behsa dewra Tirkiyeyê di nava "mixalefeta Sûrî" de dike, dibêje, sîlehên vê mixalkefetê, weke yên DAIŞ´ê jî di ser Tirkiyeyê re dihatin. Li gorî gotarê, yekane şertê Tirkiyeyê ji bo lihevkirina bi Esed re ew e ku tesîra Îranê li herêmê were sînordarkirin. Helbet aliyê hevbeş ê Tirkiyeyê û Îranê li Sûriyeyê jî nehatiye ji bîçr kirin, herdu alî jî li ser yekparebûna erdên Sûriyê û pirsgirêka Kurd de hemfikr in: Xweserî ji bo Kurdan tê redkirin.
FRANKFURT