Komeke çekdar êrîş biribûn ser hêzên parastina sînor ên Misrê û 16 kes ji wan kuştibûn. Piştî vê çalakiyê çekdaran dest danîbû ser 2 wesayitên zirxî û hewl dabûn ku sînor derbas bikin.
Li gorî agahiyên berdevkê artêşa Îsraîlê Afîxayî Edrî 3 çekdar hetine kuştin û herdu wesayitên zirxî yên ku ji artêşa Misrê hatibûn desteserkirin jî hatine imhakirin.
Armanca çekdaran ew bû ku xwe bighînin bargeheke leşkerên Îsraîlê û li wir çalakiyekî li dijî wan pêk bînin lê artêşa Îsraîlê bi balefirên şer ew wesayitên zirxî imhakirin û nehiştin ku xwe bighînin hedefa xwe.
Piştî vê bûyerê jî niha artêşa Îsraîlê operasyoneke berfireh li herêmê pêk tîne û bang li hikûmeta Misrê hate kirin ku ewlekariya sînor biparêze.
Ji aliyekî din ve serokdewletê Misrê Muhemed Mursî jî derbarê bûyerê de got ku wî ferman daye artêşa Misrê da ku berpirsiyarên vê bûyerê û kesên li paş wan bên şopandin û girtin. Li gorî agahiyên ji ewlekariyê Misrê dibe ku ew hin komên misilmanên radîkal bin û dê hesab ji wan were xwestin.
Herwiha Serokdewletê Misrê civîneke awarte lidarxist û bi wezîrê karê hundir û serokê istixbarata giştî re hate ba hev da ku bûyerê binirxînin. Li gorî daxuyaniya piştî vê civînê Serokdewletê Misrê gotiye ku ew kesên an jî komên ku ev bûyer pêk anîne dê bê hesab nemînin û ew dê hesabekî giran be.
Ji aliyekî din ve derbarê vê êrîşê de wezîrê parastinê yê Îsraîlê Ehud Barack jî wiha got: Ev bûyer tê wateya ku hewcedariyek mezin bi ewlekariyê heye û qelsbûna ewlekariya sînor dide xuyakirin.
Li Gezayê jî tevgera Hemasê bi daxuyaniyekê ev bûyera kut ê de 16 leşkerên Misrê hatin kuştin şermezar kir û sersaxî ji gelê Misrê re xwest.
TELAVÎV