
Meşa Dirêj a bi şîara ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’ ku bi tevlîbûna dostên Kurdan û endamên Saziyên Kurdan 1’ê Sibatê li Lûksembûrgê hatî destpêkirin, didome. Zêdeyî 70 enternasyonalîstên dostên Kurdan ên ji Elmanya, Bîrîtanya, Fransa, Îspanya, Portakîz, welatê Bask, Katalonya, Arjantîn, Sûdan, Perû û bi qasî 15 nûnerên saziyên Kurd jî di meşê de cih digirin. Meşvan li gel zor û zehmetiyan meşa xwe bi coş û kêfxweşî didomînin.
Bi meşîna duh re di roja 8’an de heta niha meşvanan 217 km rê li pey xwe hiştin. Her çiqas meş heta niha bi ewle bidome jî Tirkên faşîst her cara ku fersendê dibînin êrîşan dibin ser meşvanan.
‘Bi hevkariya polîsan êrîş kirin’
Yek ji meşvanan Rênas Hoserî diyar dike ku dema ew digihîjin bajarokê Saarunionê dibînin ku bi qasî pênc kesên di destê wan de alên dewlata Tirk hatine, cihê ku lê rawestiyane û wiha pê de diçe: “Piştî ku me şîv xwar em bi hevalên xwe yên Elman re ketin nava civateke germ. Saet li dora 21:00’ê bû hevalekî me yê meşvan gazî herkesî kir ku em biçin ber deriyê salona em lê rawestiyabûn. Piştî ku em çûn ber derî me dît ku pênc kesên faşîst hatine nêzî me û dixwazin êrîşî me bikin. Li ber vê yekê me jî heta bi bist metreyan xwe nêzî wan kir. Wî çaxî me dît ku polîs di destê wan de jop û bi ser me de tên û dibêjin ´Herin bikevin salonê´. Me jî biryar da ku em neyên gelaciyên faşîstan ku tu provakasyon dernekevin û ketin hundirê salonê. Lê me nizanî bû ku em ketin salonê polîsên Fransiz wê me di wir de asê bikin. Çawa em ketin salonê polîsan derî bi ser me de girtin û nehiştin êdî tu kesek ji salonê derkeve. Hevalên ku ji bo piştgiriyê hatibûn serdana me bi tevî zarokên xwe di salonê de asê man û heta derengê şevê di wir de man. Her çiqas me ji polîsan xwest jî ku deriyan vekin, venedikirin. Û her heman bersiv didan me ku digotin ‘ Em we ji Tirkan diparêzin’ lê wan bixwe ew faşîst anîn heta devê derî. Saet di 22.00’an de hejmara faşîstan zêde bû ku heta biqasî 50’î ji wan hatin ber derî ku bi armanca êrîşkirinê bûn. Me jî bi alîkariya rojnamevanan xwe gihand çapemeniya Kurdan û rewşa ku em tê de me ji gel re ragihand. Bi vê yekê re 200 welatparêz hat aîkariya me û faşîst jî reviyan û me tevde bi çoş dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ got. Ew hevalên me yên ku ji 17 welatên Ewrûpî ji vê bûyerê gelekî bitêsirbûn û gotin ‘Bi vê kêliyê bixwe diyar e ku wê gelê Kurd biserbikeve.” Rênas di dawî de dibêje ku tu pirsgirêkên wan nînin û bi çoşeke mezin meşa xwe didomîn.
60 kesên welatparêz û ciwan jî tevlî meşê bûn
130 meşvan duh saet di 08.30’ê de ji bajarokê Sare Unionê dest bi meşa xwe kirin. Piştî êrîşên faşîştên Tirkan duh ji bilî 70 meşvanê enternasyonalîst 60 kesên welatparêz û ciwan jî tevlî meşê bûn. Ciwanên enternasyonalîst duh danê sibehê nêzî 12 km heta gundê Aux Lacsê meşiyan. Piştî li vir hinek bêhn vedan 13 km’yên din ku heta bigihîjin bajarê Phalsburgê meşiyan.
Fransiya 19 salî jî dimeşe
Yek ji meşvanên enternasyonalîst jineke bi navê Annec e. Annec a 19 salî bi saya endamêkî Kurd ê Partiya Fransiyên Kominîst (PCF) têkilî bi Kurdan re daniyê. Ew diyar dike ku piştî tevgera Kurdan dinase her ji bo gelê Kurd dibe alîkar û piştgiriyê dide berxwedana wan. Annec dibêje ku dema ew dibihîse ku ne tenê kesên Kurd tevlî meşa dirêj dibin ew jî dixwaze tevlî meşê bibe. Bi vê yekê jî tîne ziman ku ew dixwaze bibe piştgir ji bo daxwaza ‘Ji Ocalan re azadî û ji Kurdistan re statû’. Her wiha dibêje ku wê bi vê meşê re gelek kesên enternasyonalîst naskirine û her çiqas bi zimanên cuda biaxivin jî ji bo heman armancê li vir in.
NAVENDA NÛÇEYAN