Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr di Nobeta Wicdan û Edaletê ya HDP’ê de ku di roja 4’an de li Wanê didome, axivî. Baydemîr, diyar kir ku ji ber tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şer jî didome û wiha peyivî: “Piştî tecrîd rabû di dîroka komarê de pêvajoya herî girîng hat destpêkirin.Heger aştiyê dixwazin divê tecrîdê rakin. Israra tecrîdê israra faşîzmê ye. Israra şer e.” 

Rêxistinên HDP’ê yên Navçeyan û nûnerên saziyên sivîl ên civakî çûn serdana nobetê. Parlamenterên HDP’ê Garo Paylan û endamê MYK’ê Saruhan Oluç jî tev li nobetê bûn. 
Di civîna çapemeniyê de Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr, êşkenceya li Şapatanê bi bîr xist û got, “Heger HDP nebûya û ev bûyer ronî nekira, walîtiyê wê ser vê hovîtiyê bigirta. Niha têkildarî êşkenceya li 36 welatiyan, tenê polîsekî berpirsiyar û sûcdar dibînin. Yê ferman daye vê bûyerê kî ye, divê bê ronîkirin.” 




‘Tecrîd şer sor dike’


Baydemîr herî dawî bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, “Çima şer heye. Ji ber ku hikûmet bi şerê heyî hebûna xwe diparêze. Heger şer tine be, hikûmet jî tine ye. Faktora herî mezin ku şer bi dawî kir Birêz Ocalan bû. Piştî tecrîd rabû şer jî bi dawî bû. Piştî tecrîdê dest pê kir şer jî dest pê kir. Piştî tecrîd rabû di dîroka komarê de pêvajoya herî muhîm a çareseriyê dest pe kir. Heta 5’ê Nîsana 2015’an dewam kir. Ji we rojê heta niha li ser Ocalan û li Îmraliyê tecrîd heye. 860 roj û 122 hefte tecrîd tê meşandin. Di dîroka cîhanê de tecrîdeke weke wê çênebûye. Kengî terîd rabû mirin jî bi dawî bû. Kengî tecrîdê dest pê kir kuştin û binpêkirina mafan jî dest pê kir. 
Hikûmet destûrê nade ku CPT rapora serdana beriya bi 6 mehan eşkere bike. Heger aştiyê dixwazin divê terîdê rakin. Israra tecrîdê israra faşîzmê ye. Israra şer e. Heta tecrîd rabe, şer bi dawî bibe, hevşeredar û Hevserokên me bên berdan û azadî û demokrasî bê vî welatî, nobeta me ya wicdan û edaletê wê bidome.” 


 DÎHABER/WAN