Li gelek bajarên Ewrûpayê çalakiyên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a qirker dewam dikin. Di nava van de çalakiyên îtaetnekirina sivîl derdikevin Pêş. YXK/JXK´ê li Zanîngeha Bielefeldê îtaetnekirina sivîl kir. Li bajarê Elmanyayê Hamburgê jî jinan li ber avahiya kefîlbûna Hermesê çalakî li dar xist.   

Komek jinên Elman li Hamburgê çûn ber deriyê avahiya Kefaleta Hermes bloke kir. Koma bi navê “Înîsiyatîfa Hamburgê ya Jin Rojava Diparêzin” sibehê zû çalakiya xwe kir. Jinan got, bi krediyên bi Kefaleta Hermes dane Tirkiyeyê mirov tên qetilikirin. Çalakgeran sloganên “Hermes krediyan nede Tirkiyeyê” gotin. Li ser navê Înîsiyatîfê Anja Flach peyivî û got, bi krediyên bi Kefaleta Hermesê, Hermes dibe şirîkê sûcên li dijî mirovahiyê”.

Li bajarê Elmanyayê Giessenê jî bi çalakiyeke bêdeng bi pêşengiya NCDK´ê li Meydana Berlîner Platzê dagirkeriya dewleta Tirk hat rûreşkirin. Kurdistaniyan û dostên wan bandên reş danîn ser devê xwe û pankarta mezin a li ser nivîsandî “Li Rojava parastina mirovahiyê” hilgirt.

Li Zanîngeha Bielefeldê xwendekarên YXK û JXK´ê çalakiya îtaetnekirina sivîl kirin. Di dema dersdayîna Zanista Siyasî û ya Hiqûqa Ceza de xwendekar ketin dersan û dagirkeriya dewleta Tirk şeremzar kir. Profesorên dersdar jî guh da çalakiya xwendekaran. Xwendekaran banga piştgiriya Rojava jî kir. Profesorê Hiqûqa Ceza piştî çalakiyê, ji xwendekaran re behsa dagirkirina Efrînê kiriye û gotiye, ez nikarim dersê weke ku tiştek nebûye, dewam bikim.

Pêr jî li paytexta Lehistanê Varşovê, yekîtiya bi navê “Porozumienie 8 Marca” ya rêxistinên jinan mîtîngek li ber Seraya hikûmetê li dar xist. Li ser navê Kongra-Star jî Bêrîvan behsa rewşa Rojava kir. Rêxistinên çalakger xwestin şer û hewldana qirkirina Kurdan a bi destê Tirkiyeyê tavilê bê rawestandin. Çalakgeran doza betalkirina peymana penaberan a bi Tirkiyeyê re jî kir û doza Xweseriya ji bo Rojava jî bi dengekî bilind îfade kir.

 

NAVENDA NÛÇEYAN