Profesorê ziman û wêjeya Kurdî Izedîn Mistefa Resûl doh di 85 saliya xwe de li Silêmaniyê wefat kir.
Profesor Izedîn Mistefa sala 1934’an li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûbû. Yek ji nivîskar û rewşenbîrên diyar ê Kurd e. Di warê ziman û wêjeya Kurdî de gelek ked daye. Wî sala 1958’an li Bexda Rêveberiya Xwendina Kurdî damezirand.
Profesor Izedîn Mistefa ji sala 1949’an heta wefata xwe endamê Hizba Komunîsta Iraqê (Hizba Şîuya Iraqê) bû.
Ew 4’ê Nîsana 2018’an bi boneya salvegera jidayikbûna Ocalan ji Rojnewsê re axivîbû û behsa kêliyên xwe yên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiribû, gotibû, Ocalan navekî mezin û têkoşerekî mezin e di dîroka gelê Kurd e: “Ocalan hizbeke mezin ava kir. Di dîroka gelê Kurd de hizba herî bi hêz a Kurd e. Li beşê herî mezin ê Kurdistanê de jî.”
Dinya guherî Tirkiye neguherî
Resûl bal kêşand hevdîtina xwe ya li gel Ocalan re û got; “Min Apo li Şamê dît, min çend caran li mala Mam Celal dît. Piştre jî çend caran hatin pê min û ez birim cem wî. Ez bi deşt û çolê de birin, ez pê dihisiyam ku min dibin Beka.”
Dr. Izedîn Mistefa Resûl têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk jî gotibû; “Tirkiye nikare PKK’ê ji holê rake. Cihan hemû guhertiye. Lê, Tirkiye neguhertiye. Di kanaleke televîzyonê de hate gotin, li Efrîka jî tiştek bi navê Kurdistanê hebe, Tirkiye têk dide, ewên ku niha li ser kar in, yek jî ne Tirk e. Xeyala dewleta Osmanî li gel wan e. Lê ne dewleta Osmanî tê avakirin û ne jî ew dibin sultan.”
Ocalan li ser Xanî pê re peyivî
Profesorê ziman û wêjeya Kurdî Dr. Îzedîn Mistefa Resûl hingê wekî din gotibû; “Ocalan navekî mezin e, di dîroka gelê Kurd de têkoşerekî mezin e. Min çend caran Ocalan dîtiye, di hevdîtina de me behsa mijarên cûr bi cûr kir. Me behsa gelê Kurd û wêjeya gelê Kurd kir. Me behsa Ehmedê Xanî kir. Ji ber ku teza min ya doktora li ser Ehmedê Xanî bû. Her wiha me behsa paşeroja Kurdan kir.”
Jînenîgariya wî
Prof. Dr. Îzedîn Mistefa Resûl 1934´an li Silêmaniyê ji dayik bû. Li cem bavê xwe Mela Mistefa li mizgeftê dest bi xwendinê kir. Destpêkê li Bexdayê dest bi xwendina Şerîetê dike, piştre sala 1951´ê li Xaneya Bilind a Mamosteyan dest bi xwendinê dike.
Bi sedema beşdarbûna wî di xwepêşandanan de, sala 1952´yan li Bexdayê birîndar dibe, piştî şoreşa 14ê Tîrmeha 1958´an, ew xwendina xwe li Xaneya Mamosteyan bi dawî dike û li Rêveberiya Xwendina Kurdî li Bexdayê kar dike.
Sala 1963´an li Baku doktora xwe werdigire. 1965´an vedigere Kurdistanê û dibe Pêşmergeyê Partiya Komunîst a Iraqê. Li zanîngeha Bexdayê tayînî beşa Kurdî tê kirin. Sala 1979´an careke din diçe Moskovê. Sala 1992´yan dibe endamê Parlamana Başûrê Kurdistanê. Prof. Îzedîn Mistefa Resûl xwedî çend lêkolînên girîng li ser dîroka wêjeya Kurdî ye û ev karê wî ji referansên sereke yê li ser wêjeya Kurdî ye. Karê wî yê li ser Mem û Zîn û Ehmedê Xanî jî yek ji yên herî muhim ên li ser mijarê ye.
NAVENDA NÛÇEYAN