Welatiyê Ingilîz ê ku wekî ‘Jihadi Jack’ (Jack ê Cîhadî) dihat nasîn Jack Letts li gorî nûçeyeke rojnameya Ingilîz The Timesê ji aliyê YPG´ê ve hatiye girtin.

Rojname agahiyên xwe disipêre dê û bavê Jack Letts û dibêje, dê û bavê Jack, Sally Lane û John Letts ji wan re gotine, kurê wan telefonî wan kiriye û gotiye, ew di destê hêzên Kurd de ye. Diya Jack ê terorîst edîtora pirtûkan e û bavê wî jî cotkarê organîk e.

Dê û bavê wî yên li Oxfordshire dimînin, îdîa dikin ku Jack Letts ê 21 salî ê ku ji Ingilistanê ji bo tevlî nav refên çeteyên DAIŞ´î bibe, berê xwe dabû Sûriyê, poşman bûye û paşê jî bi alîkariya hêzên QSD´ê di erdekî mayîn lê çandî re bihuriye û niha ketiye destê hêzên YPG´ê. Bi qasî ku nûçe dide zanîn, Jack ji nêzî Reqayê reviyaye û xwe gihandiye hêzên YPG´ê yên di Pêngava Xezeba Firatê de cihê xwe digire. Bi her halî dê û bavê wî didin zanîn ku bi vê nûçeyê dilê wan hinekî reet bûye. 

Herçî YPG ye der barê bûyerê de hîna ti agahî nedane. 


 LONDON