Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê, ev 26 roj in di greva birçîbûnê de ye. Ji bo piştevaniyê di navbera 2-3-4’ê Kanûnê de li Stenbol, Enqere û Mêrsînê, di 7-8-9’ê Kanûnê de jî li Mûş, Şirnex û Mêrdînê ji bo 3 rojan çalakiya greva birçîbûnê tên lidarxistin.

Bi bedena xwe vê nerazîbûnê nîşan dide

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî jî li Mersînê di Sempozyûma Çandiniyê de li ser çalakiya Leyla Guven got, “Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven nerazîbûneke mezin e. Bi bedena xwe vê nerazîbûnê nîşan dide. Çavkaniya hemû pirsgirêkan û vê krîzê, polîtîkaya tecrîdê ye ku 5’ê Nîsana 2015’an dest pê kir. Leyla Guven li ber vê polîtîkaya tecrîdê radibe.”

Divê bi lez tecrîd bi dawî bibe

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan jî li ser Çalakiya Leyla Guven axivî û got, Em careke din li vir dibêjin, çalakiya Guven ji bo baştiya gelan e. Divê çalakiya greva birçîbûnê ku di şexsê Leyla Guven de hatiye destpêkirin li ber çavan bê girtin. Divê bi lez tecrîdkirina Birêz Ocalan  bi dawî bibe.

 

MA / AMED