Jêderên îlhamê hişyarî, hestdarî û zîrekiya wêjevan e. Wêjevan dayik in û berhemên ku diafirînin, zarokên wan e. Dayik neh mehan zaroka xwe di zikê xwe de xwedî dike. Heta ku zarok dibe, dayik diçe wê dinyayê û tê, dibe bimire, dibe bimîne jî. Her afirandinek mîna bûyîna zarokekê ye. Wêjevan jî divê xwe li şûna dayikê deynin û zaroka xwe bînin, wan mezin bikin. Zarok anîn bi tenê ne erka dayikê ye, mezinkirin û perwerdekirin jî pêwîst e.
Wêjevan jî ne tenê dinivîsin, nivîsên xwe xweşik dikin, mebesta xwe di nav de dihûnin û piştre pêşkêşî xwendevanan dikin. Bi wî awayî bîr û baweriyên xwe bi berhemên xwe li nav civatan belav dikin. Yanî heta berhema xwe qenc perwerde nekin dev jê bernadin.
Bauderlaire li ser vê mijarê dibêje, "divê helbestvan desthilatdarê helbestê be, rê nede ku helbest desthilatdariyê lê bike. Da zanîn, hişyarî, aramî û rastiya hunerî di helbesta xwe de bicivîne. Karibe li ser wate û derbirîna helbestê desthilatdar be." Heta gelek zaneyên mîna Spîndar bi pêştir ve çûn û gotin, "Ked û zehmetî, di helbestê de her tişt e." Van zanyarên wêjeyê, di nirxandina wêjeyê de nirxê îlhamê kêm kir û bal kişand ser zîrekiya wêjevanan. Piştî van nirxandinan nêrîneke din li Ewrûpa dest pê kir û li hemû cîhanê balav bû. Ked, zehmetî û zîrekî kete pêşiya îlhama ku mirovan bawer dikir ji hêzên nependî tê. Li gorî ked û xebatên ku berhemên wêjeyî xweşik dikin, nirx bi wan bêrheman hate dayîn.
Wêjevan ji gelek tiştan îlhamê digirin, her tişt îlhamê didê wan. Şevên tarî, rondikên çavan û poşmanî dibin jêderên îlhama wan. Kêliyên ku rondikên çavên xwe nîşan nadin, wan berdidin nava xwe. Demên ku xwestine tiştekî bikin û nekirine, an soz dane û soza xwe bi cih ne anîne. Li cihên ku arîkarî pêwîst û destên xwe dirêj kirine, lê destdirêjkirina wan negihiştiye cihê xwe. Mirovên ku rûyê hezkirinê nîşanî wan da û wan wer zaniye ku ji wan hez dikin û ew xapandine. Kesên durû yên ku ji mirovên li ser xwe re, li ber piyan di pêşbirka şelafiyê de ne û mirovên li jêr xwe re lehengê virek in. Evînên qeçax, ên ku newêrin ji çûkan re jî bibêjin, hezkirina welat û jiyana li biyaniyê, hesreta zarok û malbatan, peyamên dayîn heval û hogirên xwe, ev hemû dibin kaniyên îlhama wêjevanan.
Lê ya herî zêde, evîna di nava wan de şaxvedayî jêdera îlhama berhemên wan e. Ev jêder dibine sedem ku hest li ser dil û mêjiyê wan bişemitin. Ew hestan ji xew hişyar dikin, bi zîrekî û zehmetî hestan digirin û dikin berhemên wêjeyî. Ew berhemên xwe dinivîsin, ne hêzên veşartî bi wan didin nivîsandin. Yanî peydekirina rîsê tevna berhemên wan, rêstin û li mensûrê pêçanê jî ew dikin. Paşî bi kerkitê ew rîs bi serhev de didewisînin û xelîça xwe çêdikin. Ne Xwedayên xirabiyê ji bo peydekirina peyvên lihevhatî arîkariya wan dikin û ne jî Xwedayên qenciyê di xweşikirina formê de rê nîşanî wan dikin. Hemû bar li ser şanên wan e û ew hûnandina berhemên xwe dikin. Tişta ku dixwazim bibêjim ew e ku ji roja ku mirovî helbest dîtî ve guftûgo li ser naverok, form, wate, giyan û xizmeta wê di pêşxistina ziman û civatê de tê kirin. Di van guftûgoyan de hin rola mezin didin îlhama Yezdanî û hin rola mezin didin jîrî û keda wêjevanan. Jêderên îlhama her kesî hene, ji ber ku her kes dijî. Yên ku şemitandina hestan li ser mejî û dilên xwe hîs dikin û karibin wan bigirin, girtin bi tenê jî têrê nake. Bi jîrî û kedeke mezin zanibin bînin ziman, berhemên wêjeyî dinivîsin. Ev jî, wer diyar e ku ne hêzên veşartî îlhamê didine wan, ew îlhamê di nava xwe de digihênin, bi kedeke mezin îlhama xwe dihûnin û tînin ziman. Wêjevan bi hostetiya hosteyên ku ji gerdenên sipehî re ristikê çêdikin, li ser berhemên xwe dixebitin. Hosta çawa şikil didine zêrê ku li ser kar dikin, milîmeke kêm û zêde nahêle û piştre nirxê gerdeniyê, an bazinê ku çêdikin, didinê. Wêjevan jî wisa li berhemên xwe dinihêrin. Her wisa dema ku pêşî cewher ji bin erdê tê der, ne cewherekî pirr bi nirx e. Pêşî ji bin erdê derdixin piştre bi destê hosteyan di makîneyan de li ser kar tê kirin û dibe cewher. Nirxandina cewher li gorî karê ku li ser tê kirinê ye. Wêjevan jî bi xweşikhûnandina berhemên xwe nirxê jê re diafirînin. Bi afirandina nirxa berheman re jî xwe diafirîne. Bi afirandina xwe, berhemên xwe dikin kaniya ku herkes karibe avê jê vexwe.