LUQMAN GULDIVÊ

Bi tesadufekê Jennifer W. ya 27 salî ya ku sala 2014’an tevlî nav refên çeteya DAIŞ’ê bûbû sala 2018’an li Elmanyayê hat girtin. Ev jina hanê ya Elman, ji Tirkiyeyê ji ber ku îdîa kiribû pasaporta xwe wenda kiriye, hatibû dersînorkirin û dixwest ji Elmanyayê sala 2018’an vegere cem mêrê xwe yê DAIŞ’î Taha Al-J. yê li bajarê Tirkiyeyê Samsûnê. Îstîxbarata Elman hingê ev jin dişopand, ji bo ku vegera wê ya nav DAIŞ’ê asteng bike. Axir li ser rêya balefirgeha Munchenê, wê ji şofêrê taksiyê re ku yek ji ajanên îstîxbarata Elman bû, pesnê xwe dabû; bavê zaroka wê kî ye, li Sûrî û Iraqê çi kiriye; wê her wiha behsa kuştina keçeke 5 salî ya Êzîdî jî kiribû ku tevî dayika xwe wê li mala xwe ew kiribû kole. Doza li dijî vê jinê îro bi tohmeta alîkariya ji bo kuştinê bi rê ve diçe. Herçî mêrê wê Taha Al-J. ye, Yewnanistanê ew Gulana par teslîmî Elmanyayê kir. Ew bi tohmetên qirkirina Êzîdiyan, sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên di şer de tê dadgehkirin. Vê hefteyê jî rûniştineke dozê li Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Frankfurtê hebû. Di rûniştinê de guhdarîkirina li şahidan dewam kir. Şahida vê hefteyê Annette L. bû. Ew jî DAIŞ’iyeke Elman e ku li Reqayê Jennifer W. li maleke jinan a li Reqayê nas kiribû.

Aliyên Kurd êdî dozê dişopînin

Ev doza hanê ji bo Kurdan gelekî girîng e. Li aliyekî ev yekemîn doza ji ber qirkirina Êzîdiyan e ku fermî bi rê ve diçe, ew dikare bibe nimûne ku dozên din jî bi heman tohmetê karibin bên vekirin. Li aliyê din jî ji bo DAIŞ’iyên Elman ên li hepsên Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûrî girtî karibin bên dadgehkirin, ev doz dikare bibe destpêkeke hevkariya bi meqamên dadgeriyê yên Elman re. Ji bo vê hem hebûna aliyê mudaxil bi komeleya Hawar.help û êdî şopandineke dozê ya bi rêkûpêk bi destê hin saziyên Kurd, weke CENÎ jî wê bibe şensek. Wekî din jî êdî Civaka Azad û MAF-DAD jî bi mijarê re elaqedar dibin.

Jixwe agahiyên vê rûniştinê jî bi xêra Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd-CENÎ hatin ber destê me. Di rûniştinê de Annette L. weke şahid îfade da. Ew jî jineke DAIŞ’î ya Elman e ku vegeriyaye Elmanyayê. Wê, jina qatilê keça Êzîdî ya 5 salî Tah al-J., Jennifer W. li Reqayê li maleke jinan a DAIŞ’ê nas kiriye. Ew îdîa dike ku wê tohmetbar berê nedîtiye, lê her wiha dibêje, ew di du rîtuelên derkirina cinan de hazir bûye. Wê hingê “şîfakerê” DAIŞ’ê dîtiye, bi porên xelek ku nikare bibêje, tohmetbar û ev kes, heman kes in. Çi bi qest û çi jî ji gêjiyê, wê îfadeyên hev negirin, dan. Wê got, wê dîtiye, beriya bizewicin Jennifer W. û tohmetbar Taha Al-J. bi destê hev girtine û geriyane; ev yek jî li nav DAIŞ’ê beriya zewacê qet nebe ya xuya nayê qebûlkirin. Wê wekî din got, piştî ku ew ji Reqayê veqetiyaye, ew du caran bi chatê bi Jenniferê re peyiviye. Cara yekê wê gotiye mêrê wê ku bavê zaroka wê ye, hatiye kuştin. Di chata diduyê de jî wê gotiye, mêrê wê yê nû naxwaze ew chatê bi kar bîne, ji ber ku ji DAIŞ’ê ditirse. Ev agahiyên bi nakok, bi ya Annette L. ji ber wê yekê ne ku Jennifer W. derew lê kiriye. Axir hem hakiman, hem dozgeriyê, hem aliyê mudaxil û hem jî parêzerên DAIŞ’iyê tohmetbar bi ser îfadeyên wê de çûn.

Jennifer W. ji sûcên mêrê xwe ne bêrî bû

Ji îfadeya Annette L. ya ji Berlînê, agahiya herî girîng ew bû ku, bêrîkirina Jennifer W. ji sûcên kolekirin, qirkirin, sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên di dema şer de hemû jî ne rast in. Annette L. di îfadeya xwe de got, Jennifer W.’yê hez dikir xwe bixemilîne, makyaj bike, û bigere. Wê her wiha got, Jennifer W.’yê dixwest xizmetkareke wê hebe. Ev xizmetkar jî diyar bû ku wê kole bûna. Annette L. îdîa bike jî ku ne tenê Êzîdî belê her kesa ku DAIŞ’ê weke “kafir” bi nav dikir, dibûn “xizmetkar” jî, rastî ew e ku Êzîdî bi komî û bi awayekî rêxistinkirinê hatin kolekirin.

Ev meseleya dawiyê muhim e, ji ber ku Jennifer W. bi sûcê alîkariya kuştinê tê dadgehkirin. Lê bi îfadeya Annette L. eşkere dibe ku wê bi xwe xwestiye koleyeke wê hebe û bi vî rengî dikeve ber sûcên mêrê xwe Taha Al-J. jî; yanî sûcên li dijî mirovahiyê, sûcên di dema şer de û qirkirina Êzîdiyan yên wê ne jî. Ka ev doz wê bike ku bi rastî jî Jennifer W. ji ber van sûcan bê dadgehkirin, wê bi hewlên aliyê mudaxil û aliyên Kurd diyar bibe.