Li Rojavayê Kurdistanê, yekem festîvala jenyaran bi rê ve diçe. Bi beşdariya 40 muzîkjenên ku li amûrên cihê yên weke, biziq, ribab, qanûn û gîtarê dixin wê heta yekşemê dewam bike. Ji bilî Bakurê Sûriyê, ji Şamê jî hunermend beşdarî festîvalê dibin.
Çalakiyên Mihrîcana Jenyariya Tekane ya yekem li Rojava li navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo dest pê kir.
Bi armanca balkişandina ser çand û hunerê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çalakiyên roja yekemîn a Mihrîcana Jenyariya Tekane ya yekem a Rojava tê li dar xistin. Mihrîcan bi piştgiriya Desteya Çand û Huner û Yekîtiya Hunermendan a Cizîrê tê organîzekirin. Di mihrîcanê de komek ji hunermendan berhemên xwe yên hunerî pêşkêş dikin.
Di çalakiyên roja yekemîn de nûnerên rêveberiya xweser, rûspiyên êlên Ereb ên herêma Tebqayê, endamên saziyên sivîl, meclisên herêmî, kesayetên siyasî, endamên Sandîqaya Hunermendan a Sûriyê şaxê Zorava ya Çand û Huner tevî hunermend Mihemed El-Safî, Mehmûd Kurdaholî, Şikrî Sobarî û Nûr El-Eselî yên ku ji bajarê Şamê hatibûn, amade bûn.
Li gorî Komîteya Amadekar a Mihrîcanê, mihrîcana pêncşemê êvarê destpêkirî wê 4 rojan bidome. Bi giştî, 40 hunermendên jin û mêr wê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî hunermendên Sûrî yên ji Şamê, beşdarî mihrîcanê bibin.
Huner xwedî roleke esasî ye
Çalakiyên roja yekemîn bi axaftina destpêkê ji hêla endamê rêveber ê Desteya Çand û Huner a Herêma Cizîrê, Ehmed Cetlê destpê kir. Ehmed Cetle wiha peyivî, “Bi navê Desteya Çand û Huner em bixêrhatina beşdaran û mêvanên ji Rojhilatê Sûriyê û Şamê dikin. Ev mihrîcana yekemîn a bi vî rengî ya li Rojava ye. Di şoreşan de tevî hêzên leşkerî, siyasî û aborî, hêzên cuda tên avakirin. Ji bo ku ew hêz bi ser kevin, divê hêzeke manewî, hunerî û çandî bê avakirin, da ku bi berhemên xwe yên hunerî moralan bilind bikin. Şano û aliyên çand û huner hemû bi roleke hesas û girîng di şoreşan de radibin.”
Muzîk zimanê gelan e
Piştre bi navê Yekîtiya Rewşenbîran, Beşar El-Beşîr axivî û got, “Li Rojava ev mihrîcana tekane ye. Ji bingeha baweriya me bi biratiya gelan û muzîk zimanê gelan e, Yekîtiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê hat avakirin da ku huner aktîv bike. Armanca sereke ya Mihrîcanê balkişandina ser çand û hunerê gelên herêmê Kurd, Ereb, Suryan û Ermenan e.”
Di dawiya axaftina xwe de El-Beşîr wiha peyivî: “Wek gelên herêmê bi tevahiya pêkhate û baweriyan, em çanda ax û girêdan tevî mîrata muzîkê bi hev re hevkar in.”
Paşê axaftina hunermendê navdar Seîd Yûsif ê ku hatibû vexwendin û ji ber rewşa tenduristiyê nikarî beşdar bibe, hate pêşandan. Wî di peyama xwe de piştî ku ji ber beşdarnebûna xwe doza lêbihurînê kir, got, “Kêfxweşî û desteka xwe ji nifşa nû re pêşkêş dikim. Ez spasiya hestên wan ên xweşik dikim û hêviya serketinê di xebatên wan de dixwazin.”
Pêşangeha şêwekaran jî pê re hebû
Piştî bi dawîbûna peyam û axaftinan, koma orkêstra ya Rojava berhemên hunerî pêşkêş kirin. Mêvanên mihrîcanê hunermed Mihemed El-Safî, Mihemed Kurdaholî stranên gelêrî yên Erebî û Kurdî gotin. Paşê komek ji jenyaran, berhemên xwe yên hunerî li ser hejmarek amûrên muzîkê pêşkêş kirin. Jenyar Kanîwar Xeşo li kemanê xist, Mesûd Silêman li biziqê, Ebûd El-Şewax li ribaba (kemaçeya) Reqayê, Rêbaz Cûlî li qanûnê, Memo El-Ibrahîm li gîtarê, Mihemed Şerîf Mihemed jî li biziqê xist.
Her wiha wêneyên gelek wênesazên herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî li hol ûş berholên avahiyê hatin pêşandan.
Di dawiya roja yekemîn a mihrîcanê de sinevizyonek li ser hunerê ji waran hemûyan ve hate pêşandan.
ANHA / QAMIŞLO