Sayak di 2'yê Mijdara 2011'an de derketibû pêşberî dazger û xwestibû bi kurdî parastinê bike. Daxwaza Sayak a parastina kurdî hatibû redkirin. Serokê heyeta dadgehê bi hinceta teqemenî li ser xwe gerandiye û amadekariya çalakiyê kiriye 10 sal û nîv cezayê girtîgehê birîbû. Sayak biryara dadgehê şermezar kiribû û li salonê slogana “Bijî Serok Apo” berz kiribû.
Heyeta dadgehê jî ev slogan derbasî belgeyan kir û dîsa li Sayak 2 sal û 6 meh cezayê din birîbû. Heyetê piştre doz şand Dadgeha Bilind, 9'emîn Daîreya Cezayê Giran a Îdarî di 9'ê Adara 2012'an de biryara temyîzê red kir û cezayê dadgehê erê kir.
Temenê wî mezin kirin
Heyeta dadgehê di rûniştina biryarê de temenê Sayak 4 sal û nîv mezin kir û ceza birî. Derket holê ku dema ceza li Sayak birîn temenê wî yê rastîn 17 salî bû û ji bo temenê Sayak mezin bikin li Midûriyeta Nifûsê temenê Sayak guhertin û mezin kirin.
Heyeta Dadgeha Hiqûqê ya Asliyê a Hêjmar 3'ê ya Navenda Erziromê herî dawî di 11'ê hezîrana 2011'an de biryara teqez da û bi hêjmara 2011/146'an ev ceza tescîl kir. Heyetê temenê Sayak ê rast ku berê 25'ê Tebaxa 1992'yan bû, guhert û kirin 25'ê Tebaxa 1988'an û 4 sal mezin kirin. Balkêş e dema Midûriyeta Nifûsê temenê Sayak guhert tenê sal guhert, lê di sal û mehan de tu guhertin çênekir.
Mînaka faşîzma AKP´ê
Temenê Sayak ji 17 salî derxistin 23 salî û cezayê muebetê lê birîn. Di serdema darbeya leşkerî ya salên 1980’î de jî temenê Erdal Eren yê ji 18 salî biçûktir bû mezin kiribûn û di 19'ê Adara 1980'an de mahkum kiribûn û di 13'ê kanûna 1980'an de darvekiribûn.
SERKAN KURT/EDIP KAYNAR / DÎHA/ERZIROM