Zextên dijwar ên rejîma Îranê li ser girtiyên Kurd ên siyasî her ku diçe zêdetir dibe.Hate ragihandin ku rejîma Îranê, di 14’ê sibatê roja sêşemê de, girtiyên Kurd ên bi navê Hebîbullah Gulperîpur, Elî Ehmed Silêman, Ehmed Temwî, Mustefa Elî Ehmed, Cehangîr Baduzade, Mustefa Kake Memî û Yusuf Rehmanîpûr, yên di girtîgeha Urmiyeyê de veguhestine bo cihek nediyar.
Hêjayê gotinê ye ku cezayê darvekirinê li girtiyê Kurd ê siyasî Hebullah Gulperîpûr hatiye birîn. Ji ber wê yekê jî vê yekê gumanên malbat û parêzvanên mafê mirovan ên li hemberî rewşa jiyanî ya Gulperîpûr zêde kir. Her wiha, girtiyê bi navê Ehmed Temwî jî bi hinceta têkiliya wî bi rêxistinekê re heye 14 sal ceza, Mustefa Elî Ehmed bi hinceta li dijî ewlekariyê 10 sal, Yusif Kake Memî jî bi hinceta dijminahiya rejîmê 6 sal ceza û Yusif Rehmanpûr jî 5 sal cezê girtîgehê lê hatiye birîn.
Îşkenceya giran tê kirin
Zextên rejîma Îranê bi taybet li girtîgehên Kurdistanê û ji vana jî li girtîgeha Urmiyeyê di asteke herî tund û dijwar de ne. Ev girtîgeh weke navenda îşkenceyê ye. Bi taybet di van salên dawiyê de gelek girtiyên Kurd ên siyasî yên ku ketine girtîgeha Urmiyeyê li rastî îşkenceyên giran tên û gelek caran ji bo cihên nediyar têne veguhestin, bi rojan agahî ji wana nayê girtin.
Li ber xwe didin
Girtiyê Kurd ê siyasî Habîbûlah Gulperî Pûr ji bajarê Kurdistana Rojhilat Sineyê ye. Di cotmeha 2009’an de hate binçavkirin. Gulperî Pûr ku biribûn girtîgeha Mehabadê, di nîsana 2010’an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Mehabadê bi hinceta ku endamê PJAK’ê ye û ‘Dijminê Xwedê’ ye bi îdamê hate cezakirin. Di 12’ê gulana 2010’an de Gulperî Pûr ket greva birçîbûnê ya dirêj. Girtîgehê got heger ew dev ji grevê bernede ew ê wî îdam bikin û tehdît kir. Digel tehdîda dadgehê Gulperî Pûr wisa bersiv dabû dadgeha Îranê, “Dizanim ku ez ê di demeke kurt de werim îdamkirin. Lewma ji piştî mirina xwe jî ji bo ez we fedîkar derxim ez ê dawî li jiyana xwe bînim.’ Cezayê ku dabûn Gulperî Pûr di çileya 2011 de ji aliyê Dadgeha Bilind a Îranê ve hate erêkirin. Piştre jî bo girtîgeha Urmiyeyê hate veguhestin.
Dema, girtiyê Kurd Hisên Xizrî hate darvekirin, gelek girtiyên Kurd tevî Gulperî Pûr, li girtîgeha Urmiyeyê û gelek girtîgehên Îranê dest bi greva birçîbûnê kirin.
Girtiyên Kurd ên siyasî yên li ber darvekirinê ne: Şêrkorko Mearifî, Hebîbûlla Letîfî, Samî Husênî, Cemal Mihemedî, Rustem Erkiya, Mistefa Selîmî, Enwer Rostemî, Îrec Mihemedî, Mihemed Emîn Agûşî, Ehmed Pûladxanî, Hesen Tale'î, Ezîz Mihemedizade, Hebibulla Gulperîpûr, Ebdûlah Sirurî, Reşîd Axkendî, Loqman Muradi û Zanyar Muradi û Bextiyar Mîmarî jî heta niha di bin metirsiya darvekirinê ne.
ANF/URMIYE