Merasîma xelatê li walîtiya Hewlêrê hat organîzekirin. Rêveberê giştî yê perwerdeya Hewlêrê Bekir Kerîm di dema merasîmê de axivî û wiha got: “Ajansa Anadolu pêşveçûnên li welat û bajarê me bi awayekî bê alî û serkeftî belav dike. Ez karmendên wê pîroz dikim. Ez hêvîdarim bi heman awayî li ser karê xwe berdewam bin.”
Xebatên DÎHA hatibû qedexekirin
Rêveberî û asayîşa Hewlêrê 19’ê Gulana 2014’an yekemîn ajansa Kurdî Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) ku 4’ê Nîsana 2002’an dest pê kir. Bêyî ti sedemekê nîşan bide avêtin ser navenda wê ya Hewlêrê û girtin.
6’ê Nîsana 1920’an hat avakirin û ajansa fermî ya dewleta Tirk e. Aligirtiya dewlet û rêvebertiya wê dike, bi nûçeyên wan propagandaya wê dike. AA bi hezaran nûçeyên derew û bê bingeh li hemberî tevgera azadiyê û gelê kurd belav kiriye. Bi dîtina xwe ya artêş û deshilatdariyê, timî li hemberî gelê kurd weşanekî dijber kiriye.
ROJNEWS/HEWLÊR