Wergaha Penaberan a Mexmûrê ku bi xebat û pergala jiyanê ji bo gelek welatan dibe model, bi xebatek xwe yanû dîsa pêşengî kir. Akademiya Şehîd Jiyan a Jinan ji bo jinên wargeha penaberan a Mexmûrê gelek pêngavên zanistê ên nû avêtin. Niha jî ji bo jinên ciwan dewra perwerdeya zimanê Erebîvekirin. Endama Akademiya Şehîd Jiyan Arşem Kurdman, têkildarî armanca xebatê de agahî da û diyar kir ku li Rojhilata Navîn de dijîn û dixwazin jinên wan ên ciwan bi hemû zimanê welatên cîran zanibin. Kurdmen, anî ziman ku li herêmê Erebîzêde tê axaftin û ji bo wan Erebîgirîng e.

Jinên ciwan xwest ferî Erebî bibin’
Kurdman, sedemên serlêdana wan a zimanê Erebîvegot û anî ziman ku di meha nîsanê de ji alî jinên ciwan de gelek daxwazî hatin, wan jî ew daxwaziyên wan nirxand û serîli serî Neteweyên Yekbûyî da. Kurdme, da zanîn ku wan ji YN’ê mamoste xwest û ji ber ku li wargehekê dijîn derfetên wan tune. Kurdman, da zanîn ku NY’ê daxwaza wan qebûl kir û dest bi perwerdehiya zimane Erebîkirin. Kurdman, destnîşan kir ku gelek jinên wan ên ciwan dixwazin gelek tiştan bikin, lê ji ber ku zimanê wan ê biyanî tune rastî astengiyan tên.

‘Erebî pêdiviyek e’
Kurdman, balkişand ser zehmetiyên xwendekaran ên ku li zankoyê dikişînin û wiha axivî: „Xwendekarên me di vir de bi zimanê Kurdî bi alfabeya latînî dixwînin. Dema diçin zankoyê ji ber ku li wir xwendin û nivîsandin tîpên Erebîne û zarokên me bi tîpên latînê fêr bûne gelek zehmetiyan dibînin. Di dibistanên me yên vir de tenê dersek zimanê soranî heye, ew jî têr nake. Ji ber vê yekê pêdivî bi Erebîheye. Armanca me em alfabeya Erebîferî jin û ciwanan bikin. Ez di wê baweriyê de me ev perwerde ji bo jinên me yên ciwan dê bibe bingehek xurt a xwe pêşxistinê.“

Niha tîpan fêr dibin

Kurdman, da zanîn ji bo fêrbûna Erebî15 jinên ciwan serî li perwerdehiyê daye û ev yek watedar e û wiha pêde çû: Di nava şagirtan de xwendekarên Amadeyî, Navîn û yên Zankoyê hene. Bi baldarin û dixwazin fêrî ziman bibin. Niha alfabê fêr dibin.“


DÎHA/MEXMÛR