DILPAK DAG / ANF/BEHDÎNAN
Serpêhatiya gerîlaya YJA STAR’ê Tîjda Ekecîk bi koçberiyê dest pê dike û li dergûşa civaka mirovahiyê Zagrosan ber bi bêdawiyê ve diçe.
Fatma Yagmûr, bi navê ku wê li xwe kirî Tîjda Ekecîk, gerîlaya YJA STAR’ê bû. Tîjda Ekecîk sala 1996’an li gundê Çekîçler ê Aksarayê, li quntarên çiyayê Ekecîkê hatî dinê, bi pêla koçberiyê serpêhatiya wê dest pê dike. Tîjda di nav malbateke wiha de hatiye dinê ku di serî de ji Amed, Xarpêt, Agiriyê, ji bajarên Kurdistanê ber bi Anatoliya Navîn, bajarê Aksarayê ve koç kirine. Ev koçberiyek e ku beriya bi sed salan dest pêkiriye. Hê Tîjdar 7 salî malbata wê neçar maye ku koçberî Ewrûpayê bibe.
Tîjda di nava malbateke wiha de bi hişmendiyeke Kurdistanî mezin bûye ku li gel zext, zordarî û koçberiyê jî, ji raçînka çandî tiştek ji dest nedaye. Ha di nava vê malbatê de ew Tevgera Azadiyê nas dike û di nav saziyên Kurd de dest bi xebatan dike. Lê ji bo ku ji van xebatan têr nebûye, sala 2013’an ji Hollandayê berê xwe dide Kurdistanê.
Bêmanebûna sîstema serwer
Gerîla Tîjda Îlona 2016´an di êrişa artêşa Tirk a li Zagrosan de li gel hevalên xwe şehîd bû. Heta hingê jî bû xwedî meşa têkoşîneke kurt lê têr û tije.
Gerîla Tîjda beriya ku şehîd bibe, derbarê serpêhatiya xwe û bêmanebûna jiyana ji kokan dûr de got, “Min 11 salan xwend. Min zanîngeh xwend. Bi rêya bavê xwe, min rêxistin nas kir. Malbata min bi Kirmanckî zanîbû û hay ji Kurdbûna xwe hebû. Di nav pergalê de min cihek ji xwe re nedidît û jiyan bi min bêmane xuya bû.”
Xeyalên xwe taloq nekin Gerîla Tîjda piştî Komkujiya Parîsê biryar da ku tevlî nav refên PKK’ê bibe û ji bo vê biryarê dibêje, “Bi tevlêbûna nav PKK’ê min xeyala xwe ya herî mezin pêk anî. Li çiyê, li her devera ku lê dimeşim, li ser devera ku lê rûdinim, zanîna ku şehîdek li wir e, dike ku mirov zêdetir pê ve were girêdan.
Her demê xeyala min ew bû ku Kurdên ku ji Anatoliya Navîn ên Ewrûpayê û Kurdistaniyên li Ewrûpayê li şûna ku ya xwe nejîn, ya xwe bijîn û berê xwe bidin rastiya xwe û welêt. Bang li hevrêyên xwe yên ciwan dikim ku xeyalên xwe taloq nekin.”