Li gorî raporeke veşarî ya îstîxbarata Alman, heta niha nêzî 200 ‘cîhadiyan’ ji bo di eniya el Qaîdeyê de cih bigirin û şer bikin çûne Rojava û Sûriyeyê. Nîvê wan welatiyên almanin û di raporê de hat diyar kirin ku li bakurê Sûriyeyê ji bo wan kampek alman hatiye avakirin û ji van herî kêm 8 heb di pevçûnan de mirine.

Kovara Der Spîegel ya Almanyayê ku hefteyê carekê dertê, raporeke veşartî ya rêxistina Parastina Makeqanûnê ya saziya îstîxbaratê weşand. Di raporê de hat destnîşankirin ku li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê pevçûn dijwar bûne û di çend hefteyên borî de hejmar kesên ji Almanyayê tevli şervê li Sûriyeyê bûne zêde bûye.
Di kovarê de hate diyarkirin ku Sûriye di van rojan de bûye cih û warê komên îslamî yên radîkal û ji Almanyayê heta niha nêzî 200 kesî ji bo tevli şer bibin çûne Rojava û Sûriyeyê. Di rapora îstîxbarata alman de tê gotin ku herî zêde ji Eyaleta Bakur Ren Vestfîlya (NRW) kes diçin. Her wiha hat gotin ku eyaleta Hessen, Berlîn, Bayern û Hamburgê vê dişopînin û nîvî cîhadiyan welatiyên Almanin.


Kamp hate avakirin
Kesên bi eslê xwe alman in û ji bo ku di eniya El Qaîde û El Nûsra de cih bigirin li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê  ketine nava şer, ji bo wan kampek hatiye avakirin. Ev kampa ku li bakurê Sûriyeyê hatiye avakirin, tê gotin ku bi zimanê almanî tê axaftin û perwerdê didin van kesan û ev hişyarî hat kirin: “Kesên ji Almanyayê çûnde bi taybet li ser înternetê xebatên propagandayê dimeşînin. Ev propagandaya van koman dikare bandorê li ser kesên din yên Almanyayê bikin.
Tê texmîn kirin ku heta niha nêzî hezar kes ji Ewropayê ji bo li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê şer bikin çûne Sûriyeyê. Ev hejmar di dawiya sala 2012’an de wek 250 hatibû aşkerakirin. Li gorî welatan hejmara kesên tevlibûne wihane: Îngîlîstan 90, Belçîka 120, Danîmarka 50 û Kosovayî 150. Li gorî îstatîstikên hejmarî yên Alman heta niha 8 kes li Almanyayê mirine.

Şer berdewame

Ji aliyekî din ve şer û pevçûn li deverên cuda ên Sûriyeyê berdewam dikin. Li nêzî bajarê Hama yê Sûriyê, hat ragihandin ku di encama êrîşa xwekujî ya bi wesayîta bombebarkirî de herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hat hînbûn ku êrîş bi teqemeniyeke ji 1,5 tonî pêk hatiye.
Ajansa fermî ya Sûriyê SANA ragihand ku di êrîşa xwekujî ya bi kamyona bombebarkirî ya li nêzî Kargeha Çandiniyê ya Meknana de 30 kesan jiyana xwe ji dest dane, bi dehan kes birîndar bûne.
SANA diyar kir ku çalakgerê xwekujî, di dema derbasbûna kamyona tê de tupên mutbexê hebû wesayîta bombebarkirî teqandiye û ragihand ku di encama teqînê de tevî 20 wesayîtan gelek mal û kargehan zerareke mezin dîtine.
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ku piştevaniya mûxalefetê dike ragihand ku êrîş li dijî nuqteya kontrolê ya rejîmê pêk hatiye.

BERLÎN