Rayedarên Melcîsa Gel a Amûdê destnîşan kirin ku kar û xebatên van komîteyan dê berhevkirina alîkariyên zadên li herêma Amûdê be. 4 ji komîteyan dê li ser xetên gundan bixebitin. Komîteyek dê di xeta ˮŞehîd Lezgînˮ yek di xeta ˮŞehîd Xorşîdˮ, yek xeta ˮŞehîd Hêlînˮ û yek ˮŞehîd Kendalˮ bixebitin. Komîteyek jî dê alîkariya ji xwediyên sermiyanê Amûdê û gundên wê berhev bikin.
Alîkarî li gor rewşê be
Têkildarî xebatên komîteyan Hevserokê Meclîsa Gel a Amûdê Selman Şêxê got ku ev xebatên wan di çarçoveya alîkariya bi Kobanê re pêk hatiye û got: ˮAlîkariya bi Kobanê re erka mirovî û netewiye û dikeve ser milê hemû kesî.ˮŞêxê, destnîşan kir ku berhevkirina wan a alîkariyê dê hemû berhemên zad wekî genim, nîsk, ceh, kizbera, kemûn û bîqya jî bigirin nava xwe û got ku di heman demê de dê alîkariyan ji xwediyên batozan û kesên sermaya wan heye jî alîkarî bêne berhevkirin û tekez kir ku hemleya wan a alîkariyan dê di nava çend rojan de dest pê bike.Derbarê gihandina alîkariyan ji bo Kobanê Şêxê, destnîşan kir ku dê alîkariyên berhev bikin, radestî desteya Jinûve Avakirina Kobanê ya Kantona Cizîrê bikin. Ew komîte dê alîkariyan bigihêne Kobanê. Di dawiya axaftina xwe de Hevserokê Meclîsa Gel a Amûdê Silêman Şêxê bang li hemû welatiyên Amûdê û gundên wê kir ku bi alîkariyên xwe di avakirina Kobanê de beşdar bin û alîkariyê bikin.
ANHA/AMÛDÊ