'Em ji peyvira xwe re amade ne'
Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut jî anî ziman ku ziyareta wan a BDP'ê pir girîng û watedar e û ew dê ji bo pêşketina pêvajoyê piştgiriyê bidin. Zumrut, da zanîn ku ji bo bêtir xwe bigîhin hemû beşên civakê û beşên civakê jî tev li vê xebatê bikin çi ji destê wan bê dê bikin.
Endamê Komîsyonê piştre bi Rêxistina AKP'ê ya Amedê re hevdîtin pêk anîn. Serokê Komîsyonê Ensaroglu, li vir jî axaftinek kir û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê ji ber hikûmet e du aliyan temsîl dike. BDP aliyekî temsîl dike, lê hikûmet 2 aliyan temsîl dike. Divê hikûmet li hemberî zahmetiyan astengiyan çareser bike.
Serokê AKP'ê yê Amedê Aydin Altaç jî anî ziman ku komîsyon niha di nava yekîneya çareseriya pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê de cih digire û ji ber vê yekê divê bi hemû saziyên sivîl ên civakî re hevdîtin bikin.
Li bendê ye ku komîsyon pişt re bi Rêxistina CHP'ê ya Amedê, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemir û Şaredarê Sûrê û Meclisa Kirklarê re jî hevdîtin bikin.
DÎHA/AMED