Doh salvegera mirina Leonardo da Vinci bû ku hem şêwekar, hem peykertraş, hem muhendis, hem mîmar, hem mekanîker, hem jî fîlozof bû. Ew 2´yê Gulana 1519´an miribû û weke yek ji hezarfenên herî navdar tê qebûlkirin. Belkî kêm mirov dizanin lê Leonardo yê ji Vinci gelek xêz û planên ji bo amûr û wesaîtên eskerî jî çêkirine. Yek ji wan jî dikare weke tangeke pêşî dikare bê dîtin. Xuya ye ku di nava wesaîteke zirîhpoş de kun hene ji bo ku esker bi tivingan karibin li hawîrdor bireşînin.

 

LONDON